Bernameya HORÎ li Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê

Bernameya HORÎ li Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê

Bernameya Horî, bernameyeke ramyarî, aborî, civakî, rewşenbîrî giştiye, ku heftane di roja yekşemê piştî demjimêr 3`ê paş nîvro rasterast li îzgeha Dengê Gelê Kurdistanê ji aliyê (Hozan Efrînî) ve tê amade kirin û pêşkêş kirinê.

Ev bernameye peywendî digel hemû ronakbîr û rewşenbîr û kesayetiyên navdar ên kurmanc li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê dike bi taybet jî kurdên (Qafqasiya, Rûsya, Gurcistan û Ermenistanê) li derve û nava studyoyê jî dike mêvanê xwe.

Hêjayî gotinê ye ku ev bername ji 2017`an ve ji aliyê rojnamevan (Hozan Efrînî) ve tê pêşkêş kirin, ku destpêkê bi navê (Ji Rojava) bûye, piştre bû (Rojava) û dûvre jî navê bernamê bûye (Xelata Kurmancan) û niha jî bi navê (Horî) tê weşandinê û bi zaravayê kurmancî tê pêşkêş kirinê.

XELAT/ Rojnameya Kurdistanî Nwê