Qamişlo reng û dengên cuda tîne cem hev
Hevserokê Komîna Şêwekarî li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dibêje: Huner bi giştî û şêwekarî bi taybetî xwedî şiyana yekkirina hemû pêkhateyên heye û dikare bibe pirek ji bo avakirina têkiliyan, derbaskirina cudahîyan û parastina nasnameya çandî bi ruhekî vekirî.
Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê li navenda rewşenbîrî û hunerî ya Mihemed Şêxo pêşangehek şêwekariyê ji bo tabloyên 102 hunermendan ji hemû herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin, ku têde 71 tablo hatin nimayîş kirin û pêşangeh sê rojan domand.
Di vê derbarê de Hevseroka Komîna Şêwekarî li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê Şîlan Ezib, ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihand û got:
Vekirina pêşangehê li Qamîşlo çend armanc hebûn, ya yekem, pêşvebirina rola hunera wênesaziyê û ronî xistina ser hunera şêwekariyê wekî zimanekî gerdûnî giştî yê mirovan; ya duyem jî, piştgirîkirina hunermendên ciwan û peydakirina platformek rastîn ji bo pêşandana berhemên wan û dewlemendkirina hunera şêwekariyê li herêmê. Ya sêyem jî, bi rêya zimanê hunerê têkiliyên di navbera hemû civakên li Rojavayê Kurdistanê de xurt bikin û wêneyek geş a çand û nasnameya me ya hevpar pêşkêş bikin.
Şîlan got jî: ji bo sazkirina vê pêşangehê em sê mehan mijûlî amadekariyên wê bûn û 102 hunermendên şêwekar ji herêmên cuda yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê beşdarî pêşangehê bûn. Li gorî pîvanên hunerî, 71 tabloyên wênesaziyê ji bo pêşangehê hatin hilbijartin û hatin nimayîş kirin.
Di dawiya axaftina xwe de, Şîlan Ezib got: Bi rêya vê pêşangehê em baweriya xwe bi rola hunerê di parastina çanda Kurdî û pêşvebirina pirrengiyê de tînin, her weha tabloyan êşa gelê Rojavayê Kurdistanê ya bi salan nîşan dan û her wiha bedewiya xwezayê û dîmenên jiyana kevnar a Kurdan nîşan dan.
Xelat/ Kurdistanî Nwê
