Ji Xelatê re behsa pirtûka xwe ya helbestê dike

Ji Xelatê re behsa pirtûka xwe ya helbestê dike

Helbestvana kurd a bakûrê Kurdistanê Suphiye Bulut yekem pirtûka xwe ya helbestan çap û belav kir.

Pirtûka helbestan a bi navê (Ey Ez) hatiye belav kirin û helbestvan di derbarê pirtûkê de ji malpera Xelatê re ragihand ku, pirtûk ji 112 rûpelan pêk hatiye ku bi giştî ji 114 helbestên wê têde hatine weşandinê.

Suphiye Bulut da zanîn ku, "Ey Ez" yekem pirtûka wê ya helbestane, her weha naveroka helbestên wê jî bi piranî li ser evînê, hezkirina welat û zimanê kurdî ne.

Derbarê nivîsandina wê bi zimanê kurdî jî Suphiye Bulut da zanîn ku, sala 1982`an carekê bi dapîra xwe re diçe zîndana Amedê bo serdana birayê xwe û li wir rê nadin dapîra wê bi kurdî bi birayê wê re biaxive û dibêjin qedexe ye û li ser wê yekê rasît lêdanê tên, wê bûyerê bandor li wê dike û soz dide êdî bi kurdî binivîsîne û yekem helbesta xwe li ser zîndanê nivîsî ye.

Helbestvan Suphiye Bulut da zanîn ku ew sala 1963`an li navçeya Dêrîka Mazî ya ser bi Mêrdînê ya bakûrê Kurtdistanê lidayîk bûye û niha li Stenbolê dijî û kar û bi xebatên zimanê kurdî û wêjeya kurdî mijûle.

 Helbesta ku ji bo danasînê hatî weşandin ev e:

Roja nifteya hêviyên min
Avêtin behra bê binî
Pêlên hêsirên çavên min
Ez berdam nav pêlên reş
Min ji mexlûqên behrê pirsî
Ka mifteya dilê min li ku ye?
Gotin masî daqurtand
Min go gelo ev masî li ku ye?
Gotin bi çengelê masîgirekî ve
Hatiye girtin û çûye

Xelat