Zekeriya Dado: Guhertina demografî li Efrînê û Serêkaniyê berdewame

Bernama Xelata Kurmanca ya Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ku ji aliyê Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin, rêzdar (Zekeriya Dado) lêkoler û aborînas ji Almanya kir mêvanê xwe û li ser rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê û sedemên giranbûna nirxê zeyta zeytûnan li herêma Efrînê ya dagirkirî gotûbêj kirin.

Di vê derbarê de, Zekeriya Dado ragihand, aboriya Sûriyê bi gelemperî 441 milyar dolar ziyan gihêştiye welatê Sûriyê, ku niha Sûriyeyê bi ser sê rêveberiyan hatiye dabeş kirin ji wan rêveberiya Colanî (Bereya Nûsra û gropên çekdar ên opozisyonê yên nêzîkî Tirkiyê) li Idlibê û Efrîn û Serêkaniyê û rêveberiya Hikûmeta Şamê û rêveberiya herêmên Xweser ya bakûr û rojhilatê Sûriyeyê.

Li ser pirsa Hozan Efrînî ya derbarê rewşa aborî ya deverên hatine dagirkirin li Efrîn û Serêkanî û Girêsipî yên Rojavayê Kurdistanê, Zekeriya Dado got; li navçeyên hatine dagirkirin wek Efrîn û Bab û Serêkanî û Girêsipî ziyanek mezin gihêştiye aboriya wan deveran wek nimûne li Efrînê berê 12 milyon darên zeytûnê hebûne û piştî dagirkirinê û heta niha 2 milyon dar hatine şewitandin û birandin. Her weha nêzîkî milyonek û 200 hezar darên dinê jî hatine qut kirin. Her weha nêzîkî 300 hezar xanî û mal û mulkên xelkê hatine dagîr kirin û dest danîne serê. Li Serêkaniyê ji 177 hezar kes hemû koçber bûne û %20 xelkê wê venegerîne ser malên xwe û li Efrînê jî %75 venegerîne ser malên xwe.

Amaje bi wê yekê jî kir ku, ev zêdetirî 2 mehane hêza ser bi Mahîr Esed taxa Şêxmeqsûd û Şehba dorpêç kiriye û embargo daniye ser û xelk nikare karûbarên xwe birêve bibe.

Aşkire jî kir ku Ewropa nêzîkî 150 milyar dolar haziriya xwe kiriye ku di pêşerojê de li Sûriyeyê veberhênanê bike û ji bo avakirina wî welatî terxan bike.

Her weha jî gropên terorist jî sûd ji dahatên derwazeyên sinorî yên bi Tirkiyê dibînin û naxwazin rewş aram bibe û istiqrar li Sûriyeyê çê bibe li hemberî wê rewşa xelkê gelekî xirape niha zêdeyî 10 milyon awareyên Sûrî li navxwe di bin xeta hejariyê de ye.

Rêveberiya Xweser mazotê dide herêmên bakûr û Rojavayê Sûriyê ew gropên çekdar bi giranî difroşe xelkê û ew zeyta ji Efrînê derdikeve û tê Ewropa îsal 9 milyon teneke zeyt dighêje Ewropayê û di depoyên Romanya de tên hilanîn li Ewropa bi Yuro tê firotin lê li cotkatê Efrînê zêde ji berhemên xwe fêdê nagirin.

Çima îsal teneka zeytê li Efrînê gihêştiye 95 bo100 dolar, jiber ku zeyt bi awayekî ne rewa ji bo bazarên derve tê firotin ji aliyê bazirganên gropên çekdar û Tirkiyê rê dide wan û bazirganên Tirkan jî sûd jê digrin û dişînin bazarên welatên Ewropayê.

Bazirganên Romaniya û xudanên depoyan rê nedan ez vîdyoya wan biweşînim çûnkî gotin ku ew ji bo fêda xelkê Efrînê ye û wê demê ew gropên çekdar wê fişarê bixin ser me û wê li ser me qut bikin û wê demê emê mecbûr bibin mercên wan pêk bînin.

Nêzîk 870 hezar ta milyonek darên zeytûnê hatine birîn û şewitandin û darên îhracê nêzîkî milyonek darin bi hinceta ku rêveberiya Xweser mazotê bi giranî didin wan ew jî daran dibirin daku guvaşan bixin ser rêveberiya xweser ku neftê ji wan re bişîne.

Hozan Efrînî pirs kir ku behsa wê yekê tê kirin ku 10 hezar Filstînî anîne Efrînê? Zekeriya Dado got: Bi rastî berî niha Xalid Mişe`l daxuyanî da ku xelkê Xezayê yêm Filistînê bîne Efrînê û Serêkaniyê lê serokê Misrê û yê Urdinê rê nedan wê yekê, tevî wê jî hindik ji wan gihêştin Efrînê lê hêjmar ne piştrastkirî ye. Dewleta Tirkiyê jî tenê erebên Sûriyê vedigerîne deverên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê û di malên xelkê herêmê de bi cih kirinê.

Derbarê pirsa gelo çend cihên nîştecîbûnê li Efrînê hatine avakirin, rêzdar Dado ragihand ku, li Efrînê 22 wargeh hatine avakirin û guhertinek dîmografî û çandî li Efrînê tê birêve birin û şûnwarên me nêzîkî 40 şûnwar hatine dizîn û dixwazin nasnameya Serêkaniyê û Efrînê biguherin.

Hozan Efrînî: Welatiyek dipirse gelo wek lêkolînvanek û çalakvanek we li Ewropa çi hatiye kirin daku rê li ber van guhertinan bên girtin?. Zekeriya Dado anî ziman ku, li Ewropa saziyên xelkê rojavayê Kurdistanê hene û di encamên raporên wan de saziyên navnetewî û yên Neteweyên Yekbûyî di raportên xwe de çendîn gropên li Efrînê bi terorîst dane nasandin.

 

XELAT