Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de -2

Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de -2

Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de.....Xeleka /2

Rewşa Civakî ya Mam Celal Talebanî nas bikin.....

Amadekirin: Rêbwar Star

Rewanşad Serok Mam Celal derbarê hindek aliyên jiyana xwe ji bo radyoya Malbenda Silêmaniyê axiviye.

Êvara roja 25/12/2000 heval Mam Celal di giftûgoyeke radyoyî de digel radyoya melbenda Silêmaniyê derbarê hindek aliyên taybet ên jiyana xwe ji bo guhdarên radyoyê axiviye, ew giftûgo demjimêrekê dirêj kiriye  û ev çavpêkeftin di demjimêr 11 pêş nîvro di sibeha yekemîn roja cejnê di radyoya melbenda Silêmaniyê de hatibû weşandinê.

 

Pirs: Belê, gelo pileya xwendewariya te çawa bû?

Bersiva Mam Celal:

Min xwendina seretayî li Koye temam kiriye, ya navendî li Koye temam kiriye, ez li dibîstanê xwendevanekî baş bûm, di sala xwe ya seretayî de ez yekemê hemû lîwayê jî bûm , xwestin min bişînin bo (Kolêja Melîk Feysel) ku wê demê hebû, kesên yekemê lîwayê bi belaş dihatin wergirtin, ez neçûm, jiber siyasetê neçûm, min xwendina navendî li Koye temam kiriye û ya piştî navendiyê jî (Sanewî- Amadeyî) salekê li Hewlêrê, salekê li Kerkûkê û pêncê sanewî jî min li Kerkûkê temam kiriye, piştre ez çûme kolêja hiqûqê, min hemû salên xwe bi bê pirsgirêk temam kirine, heta ez çûme sinifê çarê, di çarê de ez reviyam, fermana girtinê ji bo min derketibû, min xwe neda dest û ez çûme bin erdê (mebest min xwe vedişart).

Wê wextî ez endamê mekteba siyasî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûm, ji bo karûbarê hizbî ez çûme jêr erdê, ez weha mam heta 14ê Temûzê rûda, ez çûme kolêjê. Xwedê jê razî (Ebdulkerîm Qasim) fermanek derxist yanî min dikarî ez biçim bêjim min saleke temam kiriye û yekser ez bibûma parêzer , lê belê min nekir û ez çûm min xwendina xwe temam kir bi henekî min digot ez naxwezim ji min re bêjin (parêzerê bi xuşandî) derçuyî. Di sala 1959 min xwendina xwe temam kir, yanî ez dikarim bêjim ez derçûyê kolêja hiqûqû a Iraqê me, ji dewreya yekem li zanîngeha Bexdadê.

 

Pirs: Rewşa civakî ya Mam Celal?

Bersiva Mam Celal:

Rewşa min a civakî, xêzandarim, jina min heye, du zarokên min hene, du kurên min hene.

 

Pirs: Navê kurên te çine?

Bersiva Mam Celal:

Yê mezin navê xwe (Bafil)e û navê yê biçûk jî (Qubad) e, her yek ji wan jî munasebeyek heye ku min ew nav li wan kirine. (Bafil) min bi sûlava Çemêrêzan nav kiriye, çûnkî di qonaxa yekem a (61 heta 63) a şoreşa Îlonê de ez fermandarê hemû wê deverê bûm. Devera ku rojhilatê çemê Zêya Koye bûye, baregeha min li Çemêrêzan bû, Çemêrêzan cihekî pir xweş heye, jêre dibêjin Bin Sûlavê (Bafil - bi kurdiya jêrîn) ku sûlaveke avê ye û tê xwarê min Bafil bi navê wê sûlavê binav kiriye, yê duyê jî navê xwe Qubad e, ew jî min bi navê tekoşerekî Îranî binav kiriye ku em gelekî hevalê hev yê nêzîk bûn navê wî Qubad bûye, gelekî qehreman bû, hate girtin û di bin îşkencê de ew kuştin, kurên min her yek ji wan min bi munasebetekê binav kirine.

 

......Dewamî heye

Xelat/  Ji Pirtûka Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de

Ji Soranî/ Dawûd Çîçek

Xelat