Hejarê Şamil: Kurdên Gurcistanê li kurdîtiya xwe xwedî derdikevin û diparêzin

Cîgirê Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê (Ronahî) û Serokê Enstîtûya Kurdî ya Qefqasyayê Hejarê Şamil ragihand ku, Kurdên li welatên (Azerbeycan – Gurcistan –Ermenistan- Kazaxistan – Ukrayna – Ozbekistan û Turkmenistan) jêre tê gotin kurdên Qefqasya û kurdên welatên Asya navînin.

Hejarê Şamil bû mêvanê Bernama (Xelata Kurmanca) ku ji aliyê rojnamvan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin li radyoya Dengê Gelê Kurdistanê û rewşa Kurdên Qefqasya gotûbêj kirin.

Hejarê Şamil diyar kir ku, Kurdên Kazaxistanê û Asyaya Navîn di navbera salên 1937`an û 1944’ an de ji Azerbeycanê, Ermenistanê û Gurcistanê hatine surgûn kirin. Her weha anî ziman ku, hêjmara kurmanca li Kazaxistanê 110 hezar kurd dijîn û li Rûsya zêdetirî 150 hezar û Ukraynayê 25 hezar li Bêlarûsya jî nêzîk 1500 kurd dijîn herî zêde li Azerbeycanê Kurd hene lê mixabin asîmle bûne.

Hozan Efrînî pirs kir ku gelo ew nûnertiya hemû kurdên Qefqasyayê dikin? Hejarê Şamil got; her çend enstûtuya me zanistiye jî lê komeleyên Kurdan hene li her welatekî. Piraniya Kurdên Gurcistanê û Ermenistanê jî Êzdî ne û ji xeynî wan jî federasyon jî hene hin ji wan ser bi partiyên Kurdistanî ne û hin jî serbixwe ne. Em karên kulturî û çandî û civakî dimeşînin. Ev komele jî li gor yasayên van welatan hatine damezrandin û fermiyeta wan heye.

Cîgirê Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê (Ronahî) û Serokê Enstîtûya Kurdî ya Qefqasyayê Hejarê Şamil, ew yek jî eşkere kir ku, tişta herî metirsîdar ku di nava Kurdên sovyetê de bi pêş dikeve asîmlasyona Kurdane.

Hozan Efrînî ev pirs kir ku, gelo li Herêma Kurdistanê nûnertiya wan heye yan na? Hejarê Şamil got: Federasyon û komeleyên me bi karên zanistî re mijûl dibin lê heta niha tu nûnertiyên Kurdên Qefqasya li Herêma Kurdistanê tune ye her çiqas me daxwazên xwe gîhandine hikûmeta Herêma Kurdistanê lê heta niha nehatine erê kirin. Her weha parçebûna milet li vir jî heye û pirsgirêk hene wek nimûne hin komele û federasyonên Êzdî hene û yên musliman hene û her partiyekê komele û saziyên xwe çêkirine.

Hozan Efrînî pirs kir ku , nêrîna we li ser çareseriya pirsa Kurd li Qefqasya çine? Hejarê Şamil anî ziman ku, Yekbûna Kurdan li welatan jî zehmete û bi dehan partî hene û rikeberî çêdibe û yekbûnek wisa çênabe, eger partiyên Kurdistanî dest xwe ji stûyê Kurdên sovyetê bikşînin Kurdên li vir dikarin yekîtiya xwe çêbikin, Partiyên siyasî yên Kurdistanê nakokiyên xwe yên siyasî xistine nava me jî.

Derbarê Kurdên welatê Gurcistanê de jî Hejarê Şamil axivî û got; Kurdên Gurcistanê Êzîdî ne û bajarî ne û zêdetir li bajarê Tiblîsê paytexta Gurcistanê dijîn û bi dehan rewşenbîr û zanyar û hunermend û pizîşk derketine û li kurdîtiya xwe xwe derdikevin û diparêzin.

XELAT