Xizmet û mîratê mamosta ARAM TÎGRAN

Xizmet û mîratê mamosta ARAM TÎGRAN

Nivîskar û Rojnamevan: Kakşar Oremar

 

 Bersiva pirsên derhêner Armanc Şêran li ser jiyan, huner, xizmet û mîratê mamosta ARAM TÎGRAN( 15.01.1934 - 08.08.2009 )

- Çi hêşt ku Aram di warê hunerê de keve?

Dengxweşî, derya hunera Kurdî a dewlemend, wesiyeta babe wî Tîgran Melîkiyan, jiyana wî di nava Kurdan de, peywendiyên wî bi malmezin û gire-girên Kurd re û pêwîstiya wî bi karekî ku bikarîbe debara jiyana xwe pêre derbas bike. Dengê wî xweş, babê wî zû pêhesiya ku heza Aram ji hunerê re yê bikarîbe wî bigehîne serkeftinên mezin. Stranên Kurdî danê û li ser awayê strîna wî sekinî.

- Bandora çi an kê li ser Aram hebû daku ew karê huneriyê bike?

Êşên ku li pey tevkujiya Ermeniyan bi rêya bîranînên bab û dayîka wî qet nekarî ji bîr bike. Ew bîranînên tehil bi destxetê wan tim li gel xwe digerandin û di pirtûka min da jî cih girtine. Herwiha di merasimên olî yên Kirstiyanan de jî muzîk û huner cih digirin û wî cara yekê li Qamîşlo di kilîsyaya bajar di nava komeke zarokên Ermenî destpêkir ku marşên dînî digotin. Wan salan li Kurdistanê radioyên Kurdî jî dihatin guhdarkirin. Aram bi rêya radiyoyê dengê M Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî, Meryem Xan, Seîd Axayê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Karapêtê Xaço û yên din dibihîstin. Di jiyana rijane de piranî di nava Kurdan de bû. Dengbêjên weke Baqiyê Xido, Eyşe Şan, Cemîl Hûro û kesên din jî hebûn ku li ser hestên Aram yên salên destpêkî xwedî bandor bûn.

- Aram bi herdu zimanên Kurdî û Ermenî stran digotin, çawa karî pirekê di navbera herdu kulturan ava bike?

Aram Tîgran di civakeke duçandî de mezin bû, lê li Qamîşlo ji ber ku piranî Kurd bûn wî di dewat û helkeftên Kurdan de beşdarî û bi dengê xwe yê xweş stran digotin. Yek ji rêbazên herî diyar û sereke ku bûne sedema berdewamiya huner û strîna mamosta Aram ew bû ku dixwest bi rêya stranên Kurd û Ermenkî têkeliyên Kurdan û Ermenan berdewam bin. Ermenên neteweperest piranî ji Aram hez nedikirin, lê di çavê nivîskar, hunermend, siyasetmedar û kesên rewşenbîr de helwesta wî camêrane û cihanbîniya wî a vê sedsalê bû. Baş dizanîbû ku piraniya Kurdan di tevkujiya Ermenan de beşdarî nekirine. Di vê derbarê de tim wiha digot:“ Em hemû jî dikarin xwedî kêmasî bin, dewleta Tirkiyê û Tirkên Ciwan û netewe perest sûçdarên sereke di tevkujiya Ermenan de têne zanîn. Ji ber cudatiya olî hinek axa û begên Kurd yên di nava Alaya Hemîdiye de jî gemarî kirine lê gere ev rastî qet ji bîra dîrokê neçe ku berpirsên wê jenusîdê rayedarên dewleta Tirkiyê ne…“

Aram baweriyeke mezin bi hevalbendî û aştiyê hebû. Qet nedigot em Ermenî, belkî tim wiha digot:“ Em Kurdên Ermenî, em Ermeniyên Kurd. Em xwedî cîrantiya hezaran salên derbasbûyî ne, di nava hev de bûne û çand û hunera me nêzî heve. Tê bîra min gelek kesên ku ji fermana sala 1915an filitîbûn digotin em bixêra filam kes an jî axa û malbata Kurd xelas bûne. Babê min bixwe jî tim ew qenciyên axayên Kurd bi bîra me dianîn…., ev rastî di nivîs û bîranînên gelek nivîskar û rewşenbîrên Ermenî de jî cih girtine…“

- Nameya wî di riya sitranan de çi bû?

Biratî, ji hev hezkirin, azadîxwazî, Kurdistaneke serbixwe, naskirina dijminên xapandkar û derewîn, hevgirtin, heza ji welat, hêvîyên bêdawî, banga şerê azadiyê, derxistina dagîrkeran ji welat, pêngavên pêşdaçûnê, berdewamiya rêbaza şehîdan, serhildan, tolhildan û qedir-qîmeta hevûdin zanîn. Manîfestoya Aram Tîgran tije pirensîpên mirovheziyê û aştîxwaziyê ne.

Dema em li stranên wî guhdar dikin ew name yek an du-du nîne, sedan nameyên wî yên têr û tije, peyamên siyasî-civakî têde hene ku qet kevin nabin, tim nûne:

“Kurdistan şirîne welatê me ye

Ew barê girane tim para me ye

….

Lê serxwebûna welat li hîviya me ye…

Dil axe axe ev çax çi çaxe

Kurd li ser axa xwe bûne şaxe-şaxe…

Hey mileto bindesto, pir barekî giran / Werin bigirin destê hev tev weke biran

 Weke moriyan bikin xebat û lebat / Ji boy ku xelas bikin ji destê dijmin welat ”

Piştî mamosta Şivan Perwer pîrê hunerê A Tîgarn ji hemû hunermend û stranbêjên din yên Kurd zêdetir stranên siyasî gotine.

Evîndarekî mezin yê zimanê Kurdî bû û bi tena serê xwe 5-6 stran li ser şirînî û dewlemendiya zimanê Kurdî gotine. Bi sê zaravên Kimancî, Soranî û Kirdikî stranên wî hene.

Nizanim behsa kîjan nameya wî a hunerî bikim ku heza ji doza Kurda û zimanê wan têda nebe. Aram Tîgran xwedî stîleke xwe anku biserê xwe xwendingehe me ya hunerî ye.

- Derbarê helwestên wî yên mirovatî, çi tê bîra te ku tu ji me re bînî ziman, ku ew helwesta kesayetiya wî ya mirovatî û hezkirina wî ji muzîkê re dide nîşan?

Huner û stran, deng û qêrînên wî tenê bo armancekê bûn ku ew jî tenahî, ji hevhezkirin û jiyanake tije aştî bû. Em vê helwest û rastiyê di stranên wî de dibînin. Her helbestek ku bi dilê wî neketa û hasten wî nelivandibana nediketine kirasê stranê. Di vê derbarê de kesekî hesas û dixwest helbestekê bike stran ku herkes ji peyam û meremên wî fam bike. Hunera wî xwedî felsefeyeke homanîstî, dostaniya gelan û qedirnasiyê bû. Ji ber wê jî min navê pirtûka xwe wiha danî: Dengê azadiyê, sembola biratiyê: ARAM TÎGRAN

Dema cara yekê rastî mirov dihat tim pirseke wiha dikir:” Ger em te bikine mezinê dinê tu yê çi bikî?” Min jî carekê eynen pirs jê kir, wi jî wiha got:” Ger ji destê min bê ezê hemû top, tank û teyarên li ser rûyê erdê bihelînim û bikime saz, cûnbûş, tembûr û amurên muzîkê ku xelk bi awaz û stranan rastî hev bên. Çima gere mirov mirova bikujin? Ev înkarkirina Kurdan çiye ku Tirk li ser bi îsrarin? Ma Kurd ne ebriya Tirkên ji Asya Navîn hatine li Kurdistana îroyîn bûne…, rastî ew kesên wiha gelekî ehmeq û cahêlin, ne wisa!?”

Stranên wî tije daxwazên dîrokî ne ku bi ricayeke mezin ji Kurdan dixwaze:

” Kengî Kurdistan aza be rokê?

Xelas be ji wê kula teyrokê

Kengî wê bibe dewleta azad?

Wê bibe xweyê bext û miraza…“

- Lolo Pismamo çima deng nakî? / Leşkerê dijmin li çiyayê jorin

- Hey lo gidî Bilbilo / Bayê lêxistû hêlîn xerakirû

- Çiyayê Gabaro, çiyayê Kurdano / Çima bêdengî taheta kengî?!...”

Û dehan berhemên din nameyên wî yên mayînde û bêmirinin

- Di nerîna te de, çi dihêle ku mîrateya Aram Tîgran ta îro û herdem hebe?

Ew kesekî Ermenî bû, dikarîbû bibe hunermendekî herî mezin yê Ermen û Ereban, dengê wî pir xweş û di karê xwe de hostayekî mezin bû, lê dema bi rêya kesayetiyên weke Cegerxwîn û hinek endamên malbata Haco Axa zêdetir Kurd naskirin, kete xizmeta hunera Kurdî. Bi rêya wesyeta babê xwe jî qet ji Kurdan dûr neket. Nekete xizemta siyaseta asîmîlasyonê û weke Celal Gözelsesê Diyarbekirî nebû amrazê tewandina huner, ziman û muzîka Kurdan. Heta dema çû Ermenistanê jî di qelbê welatê bav-kalên xwe de dîsa çû li deriyê para Kurdî a radiya Êrîvanê da û li kêleka Cemîla Celîl, Karapêtê Xaço, Egîdê Cimo, Xelîl Muradov û dehan dengbêj, nivîskar-hunermendên din bû yek ji xizmetkarên huner û zimanê Kurdan. Ger weke Îboyê Tatlîses û kesên din yên bi koka xwe Kurd lê xizmetkarên huner û zimanê dagîrkerên Tirk bûya yê di warê jiyanê de xwedî îmkanên gelek zêdetir bûya, lê li rex Kurdan ma û bû stûnek herî bihêz a mala Kurdan. Dema biqasî 18 salan di radiya Kurdî a Êrîvanê de jî kar dikir zêdetir ji gelek hunermendên din stranên wî dihatin gûhdarkirin û bi nameyan re daxwaz ji çar aliyên Kurdistanê dihatin ku stranên wî belav bikin. Di belgefilma min a li jêr nave.” Dengê Azadiyê, Sembola Biratiyê: Aram Tîgran” di vê debarê de mamosta Cemîla Celîl, Eskerê Boyîk, Prof.Dr. Ordîxanê Celî, Xana Zazê û kesayetiyên din şahidiyê ji van rastiyan re didin.

Aram weke kesekî Ermenî xwe ji doza siyasî a Kurdistanê jî dûr nekir. Li ser Egîd, Mezlûm û rêber-şoreşgerên din yên doza Kurdistanê stranên dewlemend gotin û banga keç-xortên Kurd dikir ku li dijî dijminên qedera xwe berê xwe bidene çeperên şer û serxwebûna Kurdistana mezin destber bikin. Êdî ji vê mezintir û giranbûhatir kî dikare mîratekî wiha dewlemend li pey xwe bihêle?

- Çawa nifşên nû wê zaniyariyên bêtir li ser muzîka wî û nirxa huner û mirovatiya wî nas biken?

Heya ew sax bû ji hêla Kurdan ve rastî qedirzanîneke mezin hat. Jiyana wî xweş û ji gelek hunermemdên Kurd dewlemendtir bû. Bi rêya ragehandina Kurdî, semînar, konferansên hunerî, belgefilim, bîranîn û bernameyên din ew dikare bêtir ji nifşên nû û pêşerojê re bê naskirin, lê bi berhemên weke: Zimanê Kurd zimanê me ye, Şev Çû, Lolo Pismamê, Ay Dîlberê, Rojbaş Diyarbekir û dehan stranên din ew tim zindî û xebat-helwest û gotinên wî adresa yekê ne ku hebûna wî bêmirin dihêlin. Ew bi xizmeta xwe di dilê hemû kesên xwedî wijdan û pirensîpên exlaqî re yê tim sax bimîne.

Evîna wî ya herî mezin heza ji Kurdên belnegaz û bêdewlet, Cûbûşa wî a dengbilind û doza wî ya azadîxwaziyê li kêleka Kurdan bû. Heta carekê di bersiva Sîrvarta hevjîna xwe de dema jê dipirse: Aram tu yê heya kengî ji Kurdan re bistirî û nakevî xizmeta malbata xwe?“ wiha dibêje:“ Sîrvart ez dikarim te û malbata xwe biterkînim lê ez ne Cûmbûşa xwe û ne jî qet ji Kurdan cuda dibim û bi vê çeka xwe anku Cûmbûşê yê tim şerê dijminên Kurd û Ermenan berdewam bikim. Dixwazî yê wiha be naxwazî jî çi dikî bike, vaye ez jî çûm cem Kurdên xwe, carê bi xatra te…“

XELAT