Li Rûsya Kurdek xelata nîgarkêşiya avahîsaziyê werdigre

Li Rûsya Kurdek xelata nîgarkêşiya avahîsaziyê werdigre

Hunermend Norîk Musoyan dibêje: Wek nûnerê gelê Kurd hertim ez hewil didim navê gelê xwe li Rûsyayê bilind bikim.

Norîk Musoyan temenê xwe 21 salî ye û rûniştiyê Mosko paytexta Rûsyayê ye, Norîk Musoyan got: Bapîrê min xelkê bajarê Qersê û Wanê ya bakûrê Kurdistanê ne, sala 1915`an di serdema qirkirina Ermeniyan û Kurdên Êzidî ji warên xwe derketin û berê xwe dan Rûsyayê.

Got jî: Niha ew xwendekarê qonaxa pênceme li zanîngeha avahîsazî ya Moskoyê, sala 2021 wek baştirîn xwendekar li Mosko hatime hilbijartin û wek kesayetiya afirênerê salê ji bo pêşvebirina projeyên geşpêdana avahîsaziyê bo xaka (VDNKH) ya goka zêrîn a 2023 encamdaye , îsal jî bo cara sêyemîn xelata baştirîn dîzaynerê avahîsaziyê dîplomata Rûsyayê min bidest xistiye.

Diyar jî kir ku, heta niha pênc pêşangehên wî yên taybet hebûne û got: Ez dixwazim şeşemîn pêşangeha xwe li Silêmaniyê û Hewlêrê vekim.

Norîk dibêje: Ez dayîka xwe bi afrênereka serkeftî dizanim ku hevrikiyên cuda ji bo min peyda dike û hevrikî gelekî giranin û divê ez hewlên zêdetir bidim daku bikarim nûnertiya gelê kurd bikim û navê welatê xwe li Rûsyayê bilindtir bikim.

 

XELAT/ Kurdistanî Nwê