Dîroka Kurd û Kurdistanê Di Bernameya HORÎ De

Lêkolînvan û Çavdêrê Ramyarî (Zekeriya Dado) tekez li wê yekê dike ku, miletê Kurd miletê herî kevnare û şaristaniyet li ser axa Kurdistanê ji dayîk bûye.

Bernama (HORÎ) ji aliyê rojnamevan (Hozan Efrînî) ve tê pêşkêş kirin di Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de ji bajarê Silêmaniyê û di derbarê dîroka Kurd û Kurdistanê de bi mêvandariya Lêkolînvan û Çavdêrê Ramyarî mamosta (Zekeriya Dado) ku ji Almanyayê beşdarî bernamê bû.

Mamosta Zekeriya Dado da zanîn ku, Kurd zêde giringiyê nadin dîroka xwe ji ber ku ew dîrok ji aliyê dujminên Kurdan ve hatiye nivîsandin û wan li gor xizmet û berjewendiyên xwe dîroka kurdan nivîsîne.

Dado eşkere kir û got; "Yekemîn curê Genim di cîhanê de li Kurdistanê hatiye çandin û hatiye bikaranîn û di heman demê de bihuşta Adem û Hewa jî li Kurdistanê bûye. Kurdistan warekî pêxemberan e ji demên kevnar de."

Zekeriya Dado bal kişand ser wê yekê jî ku, Brîtaniyan dîrok nivîsandine û Brîtaniya jî bi tesaduf ev peykerê niyandertal dayîka me (Şanîdar) îro derxistin pêş ku dîroka Kurdan bi xwe jî Brîtaniyan nivîsandiye.

Mamosta (Zekeriya Dado) behsa dîroka kevnar ya zarokê şikefta Duderî ya herêma Efrînê û her weha jina şikefta Şanîdar ya başûrê Kurdistanê jî kir ku nîşaneya wê yekê ye ku şaristanî li Kurdistanê destpê kiriye berya hezaran sal berî zayînê.

Di dawiya axaftina xwe de mamosta Zekeriya Dado got; Kurdistan dergûşa şaristaniyê ye û ziman û kelepor û kultura me kurdan nîşan dide ku em miletê xwedê ya hilbijartîne, em miletê Toros û Zagrosan in û em kevintirîn miletin di cîhanê de, raste Hindistanî û Ewropî pismamê me ne.  Uropa jî ji gotina Or, Orkêş, Urfa, Urmiya ….. hatiye.

 

XELAT