Rûya Bîlal: Ji bo gihîştina armancên xwe divê jin bixebitin

Mîvana xeleka îro 12/6/2025 ya Bernama (Jiyana Kurmancan) dîzayner (Rûya Bîlal) bû ku bi xwe ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye û li bajarê Silêmaniyê tevî malbata xwe dijî .

Rûya Bîlal behsa jiyana xwe ya ji zarokatiya xwe ve li Silêmaniyê kir, ku çawa hînî karê xemlandina neynûkan û cureyên û şêwayên wê kir. Rûya Bîlal bi saya xebata xwe, ew gelek hînî zimanan bû, wek kurdiya (Soranî) ,Almanî, Tirkî û Ingilîzî û Erebî.

Bi baweriya Rûya Bîlal divê jin wekî jinên bihêz û berhemdar ji bo gihîştina armancên xwe di jiyanê de bixebitin.

 Bernameya "Jiyana kurmancan" li ser kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê di beşa hunerê de danê sibehê demijmêr 10an de tê weşandin bername ji aliyê Roşîn Serêkaniyê ve tê pêşkeşkirin.

 

XELAT