Dr. Omer Şêxmûs: Rewşa gelê Kurd ji demên berê gelekî baştire

Dr. Omer Şêxmûs: Rewşa gelê Kurd ji demên berê gelekî baştire

Endamê Desteya Damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Dr. Omer Şêxmûs ragihand, Damezrandina Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê bersiveke bihêz bû ji bo planên dujminên gelê Kurd û welatên dagirker ku karî bernameyeke dûr û dirêj ji xebat û tekoşînê biafirîne. Her weh pişta xwe bi xwe girê bide ku bikaribe armancên miletê Kurd pêk bîne.

Bi boneya 49`emîn salvegera damezrandina YNK`ê de di 1/6/1975`an Dr. Omer Şêxmûs bû mêvanê Bernama Horî ya Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ku ji aliyê Hozan Efrînî vet ê pêşkêş kirin, Omer Şêxmûs got; di encama ew xebata dûr û dirêj û tekoşîna ku YNK`ê da û xebata siyasî û çekdarî û dîplomasî ku bû bîngeha raperîna gelê Kurdistanê û destkeftên wê ku piştre jî avakirina parlemanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê her weha her çend kêmasî jî hebin lê ji tunebûnê baştire.

Li ser pirsa Hozan Efrînê ku wek kurdekî Rojavayê Kurdistanê û Kurmanc beşdarî di damezrandina YNK`ê bû gelo sedem çi bû ku, beşdarî di damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de kir ku di wî demî de partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê hebûn?.

Dr. Omer Şêxmûs got; Sedema serekî ew bû ku belavbûna partiytên siyasî yên Kurdistana Rojava ku min nikarîbû bi wan re bixebitim û ya duyemîn jî baweriya min ew bû ku heta parçeyekî din yê Kurdistanê rizgar nebe ya Rojava jî rizgar nabe ji bo wê jî min beşdarî di damezrandina YNK`ê ji bo başûrê Kurdistanê kir.

Amaje bi wê yekê jî kir ku, wî Mam Celal cara yekemîn di kongireya komeleya xwendekarên Kurd ew dît di sala 1963`an de.

Derbarê rewşa gelê Kurd de jî di dema niha de, Dr. Omer Şêxmûs da zanîn ûş got; Bi dîtina min rewşa gelê Kurd di dema niha ji demên berê gelekî baştire, li Kurdistana Başûr hikûmeta Herêma Kurdistanê heye û li Rojavayê Kurdistanê jî rêveberiyeke xweser heye, gelek dever jî li jêr kontrola Kurdan de ye û ji hêla eskerî û siyasî de giraniyeke xwe heye. Niha tu metirsî li ser hebûna gelê Kurd nîne ku zêdetirî 45 milyone û dawa mafên xwe yên rewa dike û dunya jî piştgîriya Kurdan dike rojeke bibe wê hemû mafên xwe bi dest bixe.

Derbarê rola rewanşad serok Mam Celal di damezrandina yekemîn partiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de, Dr. Omer Şêxmûs diyar kir ku wê demî Mam Celal û mamosta Zebîhî û mamosta Hejar û Dr. Kemal Fuad jî li gel Mam Celal bûn ku wî çaxî li Şamê bûn û bi hevre danûstandin bi tekoşerên kurdên Sûriyê re kirin û di sala 1957`an biryara damezrandina partiyeke Kurd li Sûriyê hat dayîn û rola Mam Celal karîger bû.

Dr. Omer Şêxmûs bi boneya 49`emîn salvegera damezrandina YNK`ê de ji bo gelê Kurd peyama xwe ragihand û got: Ez pêşniyar dikim ku ji niha de Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê komîsyonekê ava bike ji bo amadekariyên pîrozkirina 50 saliya xwe di sala bê de ku bibe xwepêşandaneke mezin ya siyasî û dîplomasî ne tenê li Kurdistanê belku ji hemû cîhanê xelkê dawet bikin.  Ya duyemîn jî ez hêvîdarim YNK`ê yekgirtina xwe bi awayekî bihêz biparêze û dawa serkeftinê ji wan re dikim. 

XELAT