Hêro Xanimê gote min `Em bi stranên Eyşeşanê mezin bûne`

Hêro Xanimê gote min `Em bi stranên Eyşeşanê mezin bûne`

Rewşenbîr û Nivîskarê Kurd Kakşar Oremar bû mêvanê Xelata Kurmanca

Kakşar Oremar: Hêro Xanimê gote min "Em bi stranên Eyşeşanê mezin bûne"

Kakşar Oremar: Gelawêj Xanimê ji min re got" Tu ji meyî Kakşar, tu kurmancî diaxivî"

Kakşar Oremar: Gelawêjxan, xanimek gelek rewşenbîr, zana, zimanzan û dayîkek dilovan û mêhrebane

Kakşar Oremar: Mam Celal ji min baştir kurmancî dizanî

Kakşar Oremar: Mam Celal gote min; nizanim kengî derfet wê çêbe ez wan qenciyên Kurmanca li ser xwe rakim

 

"Gelê Kurd pêwîstiya xwe bi zanîn û têgihêştinê heye bi taybetî rewşa ronakbîrî, kulturî û çandî û hunera kurdî ya kurmancî heye, birêz Kakşar Oremar gelek nivîsên xwe û lêkolînên xwe û bi dûvdeçûnên xwe hene li ser çand û kultur û huner û ferheng û ronakbîrtiya kurdî, her weha li ser kesayetiyên dîrokî yên Kurd jî di warê ramyarî , kulturî û çandî û bi giştî civaka Kurdî de jî heye. Em dixwazin ji nêzîk ve guhdarî mamosta Kakşar bikin. " Eve pêşgotina rojnamevan Hozan Efrînî ye ku Bernama xwe ya Xelata kurmanca pê destpê kir. Di serî de jî bixêrhatina mamosta Oremar kir.

Ji aliyê xwe ve mamosta û ronakbîrê kurd `Kakşar Oremar` weha dest bi axaftina xwe kir. "Ez gelek kêfxweşim ku ez mêvanê Xelata Kurmanca me û dengê me bi rêya bernameya we û radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji Silêmaniyê dighêje hemû Kurdistan û cîhanê."

Rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanê navdarê Kurd (Kakşar Oremar) beşdarî bernameya Xelata Kurmanca ya ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandin kir ku ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin.

Kakşar Oremar weha gotina xwe domand û got: Dema ez têm Kurdistana azad -Başûrê Kurdistanê- eger ez Silêmaniyê nebînim û bê dîtina Silêmaniyê vegerim wekî kesekî xemok rê pêşegirtî û ne rihet vedigerim, her dema ez têm başûrê Kurdistanê, ez serdana Silêmaniyê dikim. Ji ber ku Silêmanî di dîroka Kurdan de bo me navê (Simkoyê Şikak û Şêx Mehmûdê Berzencî) û gelek rewşenbîr û hunermendên dinê tîne bîra me û weke din jî ew kesên rêveberên vê wîlayetê ne vê herêmê ne bi taybetî xanima pir pir hêja (Hêro Xanim) salên berê min dikarî tim ji nêzda wan bibînim û gelek bi dil nizmî bi rêzdarî pêşwazî li min dikirin û di çend bîranînan de em rastî hev hatîne. Bîranîna şehîdên komara Kurdistanê pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî an jî bîranîna salroja damezrandina komarê û boneyên din û her dema ez têm vira ji hêla xebatkar û hempîşeyên xwe ragihandinkaran jî gelek bi germî têm pêşwazî kirin, îca hewayê Kurdistanê bi taybet Silêmaniyê, Urmiyê û Mihabadê, Sine û Seqiz û rojhilatê Kurdistanê bi giştî tîne bîra min.

Rojnamevan Hozan Efrînî pirs kir ku gelo nivîs û lêkolînên Kakşar Oremar li ser Silêmaniyê hene?

Kakşar Oremar bersiv da û got: Min li ser Silêmaniyê û Başûrê Kurdistanê gelek nivîs nivîsîne li ser kar û çalakiyên hunerî û rojnamegerî berî çend salan ez li vir bûm pirtûka min ya komara Kurdistanê hat çapkirin, ew pêşwaziya ku li pirtûka min li Silêmaniyê hate kirin li Hewlêr û Duhokê nehat kirin. Min hingî zanî ku asta rewşenbîrî ya xelkê Silêmaniyê ji herêmên din bilindtir û geştir û Kurdistanîtir e. carekê min li ser şûnewarên ku li derdora Silêmaniyê hene min hindek tişt nivîsandin çûme cem mamosta Ebdulreqîb Yûsif, kak Ako Xerîb û kak Stran Ebdulah, ku bi rastî kak Stran Ebdûlah bi taybetî gelek gelek rêzdariyeke mezin pêşwaziya min û karê min kir, her weha bi rêya wan min karî biçim Gelawêj Xanimê jî bibînim wek navdareka Kurd, min bername jî pêre çêkir. Yanî beşeke jiyana min bi xwe li Silêmaniyê ye, ji berku ez bi xwe jî tim û tim Kurdistanî kar dikim, di bernameyên xwe yên di kanalên telefizyonê de jî bi serkeftî min karê xwe yê Kurdistanîbûnê pêk aniye.

Derbarê pirtûka xwe ya li ser Pêşewa Qazî û komara Kurdistanê? Kakşar Oremar diyar kir ku pirtûka wî ji sê cildan pêk tê, ji wan cildek bi Kurdî û zimanê Tirkî belav bûye û cilda duyemîn dawiya meha Adarê wê amade bibe bi Kurmancî tîpên latînî, di pirtûkê de min hevpeyvîn bi wan kesan re çêkirine ku di serdema komara Kurdistanê de berpirsyar bûne, nimûne berpirsyarên artêşa komarê bûne, ya wezîr bûne yan berpirsyar û serleşker bûne, wek nimûne (Mîna Qazî) hevjîna pêşewa Qazî Mihemed, ku berpirsyara Yekîtiya Jinan bû di wê serdemê de. Her weha zarokên pêşewa Qazî ku wê demê xwendekar bûn, her weha mamostayekî xwendingehê bi navê (Kerîm Zend) hebû ku xelkê Silêmaniyê bû hatibû Mihabadê min pêre hevpeyvîn çêkir, her weha Dr. Ezîz Şemzînî ku xwendkarekî serdema komara Kurdistanê bû ku wê demê li Sovyetê xwendina xwe xilas kiribû û piştî hinge pirtûkeke dîrokî nivîsandibû. Raste rûberê komarê di warê erdnîgarî de biçûk bû lê di warê manewî de gelekî mezin û Kurdistanî bû. Ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî di damezrandina Komarê de kiribûn û karbidest bûn.

Hozan Efrînî ji Kakşar dipirse gelo kesûkarên wî di damezrandina komara Kurdistanê de hebûn yan na? Kakşar Oremar dibêje; `Bapîrê min (Xorşîd Nebî) pêşmergê komarê bû, bavê min wê demê 17-18 salî bû ew jî pêşmerge bû,bapîrê min şehîdê komarê ye û ew kûl û keser û ew hesret ew êş ew elem bi bavê min re mabû, bi taybet ku dayîka wî hîna jineke genc bû, çar zarok di destê wê de mabûn, hertim behsa kûl û keserên xwe li cem zarokan dikir.

Bavê me hertim behsa wan deman dikir û ew jî bandor li ser me jî kir bi taybetî li ser min kir, eşqa komarê wek mîrasekê ji bav û bapîran gihêştiye min. piştre weşanxana Selahedîn Eyubî li bajarê Urmiyê çêbû , sala 1991 ez çûme weşanxanê wê demê min nemir (Ehmed Qazî) dît ji malbata Qazî ye, min pirsa komarê jê kir. Piştre min Elî Qazî kurê Qazî dît û piştre min Mîna Qazî dît. Piştre gelek kesên din min dîtin.

Di derbarê hevpeyvîna li gel Gelawêj Xanimê de jî, Kakşar Oremar got; jiyana me ya civakî, siyasî bi bê beşdarbûna Jinan ne mumkine bê pênase kirin. Jin kêmbûne lê serkêş bûne, rêber bûne, sala 2016`an em mêvanê Hêro Xanimê bûn ji bo bîranîna komara Kurdistanê. Ez û nemir Elî Qazî û Suheyla Qazî piştî ku merasîm xilas bû, Hêro Xanim ya hêja em dawetî mala xwe kirîn ji bo xwarinê. Wê demê min pirtûka xwe ya (Eyşeşanê) min pêşkêşî Hêro Xanimê kir. Dema Hêro xanê li pirtûkê nihêrî çavên wê tije rondik bûn û kire axe ax, bala her kesî kişand. Min ji Hêro Xanimê pirsî tu Eyşeşanê dinasî? Hêro Xanimê got: "Em bi stranên wê mezin bûne. Lê sed heyf û mixabin em hebûn û li vê derê desthilatdar bûn ji 1991 -1996 ku Eyşeşan mir me dikarî di wan salan de gelek tiştan jêre bikin. Ez gelek daxbarim ku min tiştek ji wê xanima mezin re nekir". Dûvre ez çûm min pirtûka xwe pêşkêşî Gelawêj Xanimê jî kir ji ber ku ew bi xwe ji malbateke mezin ya bajarê Wanê ya Bakûrê Kurdistanê ye û ji min re got: "Tu ji meyî tu kurmancî diaxivî". Me destpê kir em kurmancî bi hevre axivîn. Min jêre got, (dixwazim hevpeyvînekê bi tere çêkim di Bernama xwe ya bi navê Navdarên Kurd) di (Roj Tv) de, Gelawêj Xanimê gote min ser û ser çavên xwe lê ez xwe navdar nabînim, ji min re got carek dî were emê hevpeyvînê çêkin.

Sala 2019`ê dema ku ez hatim Silêmaniyê li vê derê simînarek bo min hate lidarxistin ji aliyê Kak (Stran Ebdûlah) ve li ser pirtûka komara Kurdistan piştre em çûn xizmeta Gelawêj Xanimê. Û gelek bi germî pêşwaziya me kir û ew bername min pêre çêkir. Gelawêj, Xanimeke gelek rewşenbîr gelekî zana agahdarî rewşa dunyayê bû. Zimanzan û xweş suhbet wek dayîkeke dilovan, mihreban û bi rêzdarî bersiva pirsyarên min dida her weha gelek ragihandinkarên ku di nava ragihandina YNK`ê de kar dikirin matmayî man ji wê hevdîtinê re. her weha di temenê 13 saliyê de me pirtûka mamosta Îbrahîm Ehmed dixwend. Gelawêj Xanim wek çiyayek li vî bajarî (Silêmaniyê) û heta Wanê û heta Zaxo û Behdînan û çar parçeyên Kurdistanê nivîskarên weha hêja kêmin, eve bi serê xwe gelekî watedar e.

Hozan Efrînî diyar kir ku li mekteba ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê heft meh berê `Sekoya Kurmancî` hate ragihandin ku di nav de malper û rojnameya Xelatê li xwe digre bi zaravayê kurmancî yên tîpên latînî tên weşandinê, her weha di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de jî du bername bi navê (Xelata Kurmanca û Jiyana Kurmancan) heye. Ev jî kareke weku Xelata YNK`ê ye ji bo kurmancan e, hûn weku rewşenbîr û ronakbîrekî rojhilatê Kurdistanê vê pêngava YNK`ê çawa dibînin.?

Kakşar Oremar axivî û got; Pêngaveke gelekî mezine, gelekî dîrokî ye û gelek Kurdistanî ye û ew kesên ku di serkêşiya ragihandina YNK`ê de ne, ez gelek ciwan wan dinasim, di wexta xwe de ez çûbûm hizûra (Mam Celal)ê rihmetî jî, Mam Celal ji min baştir kurmancî dizanî û behsê wê ked û mêvandariya kurdên Rojavayê Kurdistanê ji min re dikir ku salên 1976`an û şûnve dema ku YNK`ê li Şamê hate damezrandinê çawa xelkê Rojavayê Kurdistanê pêşwazî û hevkariya wî kirine, çawa dema ku çûye sovyetê, Kurdên Sovyetê hevkariya wî kirine … Mam Celal digot (Hebûna me, em deyndarî kurdên Rojavayê Kurdistanê ne û kurdên Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê ne, ji berku YNK`ê li Sûriyê hatibû ragihandin hinge zêdetir ewê li derdora wî bûn kurdên Rojavayê Kurdistanê bûn.. her weha kesên ku di serkêşiya ragihandina Yekîtî de ne jiber ku agahdarî dîrok û zimanê Kurdî de ne û çand û zaravayên kurdî û kultura kurdî de ne gelekî gavekî mezin avêtine ku (Sekoya Kurmanca – Rojname û malpera Xelat) di ragihandina YNK`ê de avakirine û bi taybetî jî kurdên Rojavayê Kurdistanê têde serkêşiya vî karî dikin, ji wan tuyî (Hozan Efrînî) û kak (Dawûd Çîçek) û xanim (Roşîn Serêkanî) û çend kesên din, îca hingî Mam Celal rihmetî gote min; "Nizam kengî derfet wê çêbe ez rojekê wan qenciyan li ser xwe rakim", îro jî tê wê wateyê ku ew kesên di bin fikr û ramanên Kurdistanî de ne ew tişt ji bîr nekirine.

Elbete piştî ku sala 1995`ê (MED Tv) dest bi karê xwe yê ragihandinê kir, ragihandina Kurdî têde guherînek bingehîn çêbû, Soranî û Kurmancî gelekî nêzîkî hev bûn, çûnkî di nûçeyên me yên MED TV de du pêşkêşkar nûçe dixwenedin yek Soran û yek Kurmancî, ew guherîn bandor li ragihandina başûrê Kurdistanê jî kir.

Wek hûn jî dizanin ku her partiyekî parçeyekî Kurdistanê alîgir û layengirên xwe hene, pêwîste em zimanê kurdî û çanda kurdî û dîroka kurdî û zaravayên dewlemend ên zimanê kurdî em bi dil û can pêşwaziyê lê bikîn û ferq û cudahî neyê kirin.

Zimanê Kurdî îro di ragihandina cîhanê de zimanekî zindî ye tê bîra te berî demekê li gor ankêta rêxistina UNISCO zimanê kurdî di asta bikaranîn û nivîsînê de û sîstema Googlê di hemû cîhanê de kete rêjeya 8`ê heta zêdetir ji zimanê Farisî û Tirkî eve jî mizgîniyek gelek mezin bû. Her weha divê partî û aliyên kurdî giringiyê bidin hemû zaravayên Kurdî.

Kakşar Oremar derbarê bîranînê xwe de diyar kir ku gelek yadgarî bi wî re derbasî bûne çûnkî di zaroktiya xwe de û heta niha gelekî geriyaye, li her beşekî Kurdistanê bîreweriyên wî hene, diyar jî kir ku dema ew li rojhilatê Kurdistanê bû ew li dûrî Kurdistanê dijiya li bajarê Tebrîzê hertim behsa (Te`rîb û komkujiya Helebce û Enfalê) dihate kirin û her weha behsa berxwedaniya Şêx Mehmûd Berzencî ya ku li bajarê Silêmaniyê dihatin kirin, îca min ji xwe re digot kengî wê (Sedam)ê diktator wê bikeve daku ez biçim başûrê Kurdistanê û bi taybetî Silêmaniyê bibînim, heta di xwendingehê de jî mamostayeka me hebû bi navê wê (Xanim Miderris) bû, bi xwe xelka gundê (Kanî Wişkan) ya bajarê Silêmaniyê bû. Digote min Kakşar eger tu çûyî başûr sedî des biçe (Kanî Wişkan) xizm û kesên me bipirse ku ji ber Sedam me nikarî em biçin. Sala 1991`ê yekem sefera xwe ez hatim Silêmaniyê û bi keyfxweşî xelkê pêşwazî kir û ez çûn Kanî Wişkan jî, piştre Hewlêr bajarê dêrîn û ew kelha wê nîşana çand û kultura Kurdan min dît . Her weha carekê ez çûm Mihabadê û ez çawa axivîn kalemîrekî ji min pirsî (kaka tu Şikakî) min got erê, her wisa bi henekî gote min "Şikak ziman xwarin" min jî bi henekî got "Na Soranî ziman xwarin", wisa bi keyf û henekî hate ez maç kirim û piştre ez kirim mêvanê xwe. Piştre ez çûm ser mezarê pêşewa Qazî Mihemed û min silavên Simkoyê Şikak gîhandin Pêşewa Qazî çûnkî di damezrandina Komarê de Pêşewa Qazî behsa serhildana Simkoyê Şikak jî kiribû û gotibû (em berdewamin li ser rêbaza wî). Piştre carekê ez çûm Amedê cihê ku Şêx Seîd lê bidar vekirin û ez têra xwe giriyam.  Sala 2016`ê jî ez çûm Rojavayê Kurdistanê û ez bi hesret bûm ku ez Kobanê bibînim û min navê Qamişlo di pirtûkan de xwendibû min ew bajar jî dîtin, min dixwest biçim Efrînê jî lê rê nebû biçim û ew hesret jî di dilê me de ma.

Foto: 11.07.2009 - Hemîd Bedirxan, Elî Qazî, Mam Celal, ?, Kakşar Oremar û  Celal Kerîm

Foto: 28.03.2013 Munîr Qazî( kecha Pêshewa Qazî), Kakşar -Hêro Îbrahîm Ehmed û bûka Munîr xanim

Kakşar Oremar- Gelawêj xanim- Suheyla Qazî 

Foto: 07/02/2024 - Radyoya DGK- Sekoya Kurmancî (XELAT) , Hozan Efrînî, Kakşar Oremar- Dawûd Çîçek 

Amadekirin: Dawûd Çîçek

XELAT