Fethulah Huseynî: Divê hêzên navdewletî li hember Tirkiyê helwêst wergrin

Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê Fethulah Huseynî derbarê êrişa li ser firokxaneya Erbet ya li parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku, divê hêzên navdewletî bi kirdar li hemberî Tirkiyê helwêst wergrin daku êrîşên xwe li ser Herêma Kurdistanê rawestîne û esmanê Herêmê binpê neke.

Bernama (Rojava) ya li radyoya Dengê Gelê Kurdistanê tê weşandin bi mêvandariya Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê Fethulah Huseynî li ser êrişa terorîstî ya li ser firokxaneya çandiniyê li navçeya Erbet ya Silêmaniyê hate giftûgo kirin.

Fethulah Huseynî di derbarê êrişa li ser frokxaneya Erbet ku têde 3 pêşmergeyên hêzên Dijî Terorê şehîd bûn û 3 pêşmergên din jî birîndar bûne de ragihand, dewleta Tirkiyê destkeftiyên kurdan dike armanc. Her weha dijminatiya Tirkiyê li hemberî Kurdan di van salên dawî de zêdetir aşkira bûye.

 

Xelat