ROJAVA- Diyaloga Kurd û Şamê

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Kurdistanê (Mihemed Ala) roja Çarşemê 11/6/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de Nûnerê Rêveberiya Xweser bal kişand ser wê yekê ku Rêveberiya Xweser ya hemû pêkhateyên ku li bakûr û Rojhilatê Sûriyê dijîn ku têde mafên hemû pêkhateyên olî û netewî diparêze.

Nûnerê Rêveberiya Xweser tekez li wê yekê jî kir ku çawa kurd sîstema tek rengiyê qebûl nake û bawerî bi pirrengiya civakê heye ji ber wê jî rêveberiya xweser nûnertiya hemû pêkhateyan dike û diyaloga kurd li gel Şamê wê li ser vî bingehî ye.. amaje bi wê yhekê jî kir ku şanda kurdî ku hatiye amade kirin ji bo bicihkirina mafên netewî ya Kurdane li destûra Sûriyê de.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

Xelat