Pirsgirêkên Penaxwazên Rojavayê Kurdistanê di Bernama HORÎ de
Xeleka vê carê ya bernameya Horî derbarê Roja Cîhanî ya Penaberan û pirsgirêkên penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Herêmê di gel du mêvanên penaxwaz ên li Herêma Kurdistanê hate gotûbêj kirin.
Bernama Horî di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de li bajarê Silêmaniyê tê weşandin. Rojnamevan û Pêşkêşkarê bernamê (Hozan Efrînî) destpêkê roja cîhanî ya penaberan û cejna qurbanê li hemû penaxwazên Kurd ên Kurdistanê pîroz kir û bi xêrhatina herdu mêvanan (Mihemed Mîrza û Zekeriya Husên) penaxwazên Mektomî El-Qeyd yê Rojavayê Kurdistanê kir ku li Parêzgeha Silêmaniyê nîştecihin.
Hozan Efrînî diyar kir ku, 70 hezar mirov di sala 1962`an de dema serjimêriya giştî li bajarên Rojavayê Kurdistanê bi taybetê Parêzgeha Hesekê ji aliyê hikûmeta navendî ya Şamê de hate kirin ew kes ji mafê welatîbûnê hatine bêpar kirin û weku (Mektom El-Qeyd) di tomarên dewletê de hatine nasandin. Her weha beşek kurd weku welatî hatine nasandin û beşek jî wek (biyanî- Ecnebî) hatina nasandin û dûvre jî mafê welatîbûnê wergirtin.
Penaxwazê (Mektom El-Qeyd) Mihemed Mîrza, ragihand ku piştî konferansa ku Encûmena Penaberên Kurdên Rojava – Sûriye li bajarê Silêmaniyê taybet bi ew penaxwazên Mektom El-Qeyd lidarxistin, rêxistinên mafên mirovan û rayadarên Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar taze bi rewşa wan agahdar bûn.
Mîrza da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê di dema niha de nêzîkî 250 hezar kes di tomarên dewletê de ne tomarkirî ne û wan bi Mektom El-Qeyd tên nasandin û ji hemû mafên welatîbûnê mehrum in, (Bê Pasaportin, bê bawernameya ajokariyê ne û heta hevjînên wan jî li ser wan nayên qeyd kirin her weha ji mafên xwendinê û mafên karkirinê di dazgehên dewletê de nebûye.
Mihemed Mîrza ew yek jî da diyar kirin ku li Herêma Kurdistanê tu astengî ji bo wan çênebûn û alîkarî û hevkariya wan hate kirin û karîne girêbesta hevsergiriyê ji bo zarokên xwe li dadgehê çêbikin. Her weha li Herêmê nêzîkî 250 malbat hene ku Mektom El-Qeyd in, daxwaz jî kir ku ew kesên Mektom ji bo welatê sêyem werin şandin (Îadêt Tewtîn).
Penaxwazê (Mektom El-Qeyd) Zekeriya Husên jî ji aliyê xwe ragihand ku, mafên wan yê welatîbûnê li Sûriyê tune bûye û ji hemû mafên xwazayî bêparin.
XELAT
