ROJAVA- Nepejirandina Kurdî ji Kongireya Nîştîmanî Sûrî re
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Xerîb Hiso roja çarşemê 26/2/2025 ji Qamişlo bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de rewşa Rojavayê Kurdistanê û kongireya diyaloga nîştimanî ya ji aliyê rêveberiya nû ya Sûriyê ve li bajarê Şamê hatibû lidarxistin û helwesta aliyên siyasî yên Kurdî li Rojava û nepejirandina Kurdî ji Kongireya Nîştîmanî Sûrî re hate gotûbêj kirin.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
