HORÎ- Guhertina Demografî li Taxên Kurdan ên Heleb

Siyasetmedarê Kurd Salih Dadalî, roja şemiyê 10/01/2026 bû mîvanê Bernama Horî ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de rewşa dawî ya herdu taxên kurdan ên bajarê Helebê (Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) û êrişên artêşa Erebî ya Sûriyê li dijî herdu taxan û koçberiya xelkê herdu taxan ji bajarê Helebê û planên guhertina demografî a li dijî Kurdan hat gotûbêj kirin.

Siyasetmedar (Salih Dadalî) diyar jî kir ku plan li ser taxên kurdan ên Helebê hene û bi planeke mezin ji aliyê dujminên gelê Kurd ve, guhertina demografî li dijî Kurdan li Rojavayê Firatê tê cîbicî kirin. Eve di demekê de ku Kurdan qelengekî mezin di parastina cîhanê de li şerê dijî terorê dan lê îro civata navnetewî li hemberî binpêkirinên li dijî gelê Kurd tên kirin bêdengin.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

 

Xelat