ROJAVA- Salroja Ruxandina Rêjîma Baes A Sûrî

Lêkolînerê Ramyarî û çalakvanê kurd ê Rojavayê Kurdistanê (Zekeriya Dado) roja yekşemê 7/12/2025 ji Almanyayê bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de Lêkolînerê Ramyarî û çalakvanê kurd (Zekeriya Dado) behsa guhertinên piştî ruxandina rêjîma Baesê û diyar kir ku cara yekemîn kurd li bakûrê rojhilatê Sûriyê ber bi serkeftinên mezin û baş derê lê hîna li herêmên Efrîn û Serêkaniyê rewş nehatiye guhertin.

Zekeriye Dado diyar jî kir ku bi hatina hikûmeta demkî ya Sûriyê mafên pêkhateyan tên binpêkirin bi taybetî wek Durzî û Elewiyan û heya mafên hemû pêkhateyan li Sûriyê neyê naskirin wê asramî û seqamgîrî pêk neyê.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 

 XELAT