HORÎ- Çareseriya Pirsgirêka Kurd Li Sûriye
Lêkolînerê Siyasî Ferhad Hebeș roja şemiyê 7/2/2026 ji Rojavayê Kurdistanê bû mîvanê Bernama Horî ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de rewşa dorpêçkirî ya li ser gelê kurd li Kobanî ku di rewşeke gelekî xirap a jiyanî û tenduristî dijî her weha gelê kurd li Serêkaniyê û Efrînê jî gelek rewşa xelkê baş nîne û derbarê Çareseriya Pirsgirêka Kurd Li Sûriye hat gotûbêj kirin.
Rojnamevan Hozan Efrînî di vê hevpeyvînê de bang li gelê kurd kir ku xwedî li Kobanê derkevin û di heman demê de xwedî li Efrîn û Serêkaniyê jî derkevin ku heya niha tu pêngavên rasteqîne derneketine.
Di vê derbarê de Lêkolînerê Siyasî Ferhad Hebeş diyar kir ku, divê pirsa kurd li Sûriyê were çareserkirin û mafên kurdan di destûra Sûriyê de were nasandin.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
Xelat
