Dîcle Musa Enter: Zaravayê kurmancî û zazakî roj bi roj winda dibin

Dîcle Musa Enter: Zaravayê kurmancî û zazakî roj bi roj winda dibin

Nivîskarê navdarê Kurd (Dîcle Musa Enter) ragihand, her çend li Tirkiyeyê di çapemeniya Kurdî de pêşketinek hebe û pirtûkên Kurdî-Latînî werin weşandin û rojane çend kovar û rojnameyên cuda yên Kurdî werin weşandin jî, lê bandora pêwîst li ser ciwan û zarokên Kurd û malbatên wan çênebûye. Facebook, X, YouTube, TikTok û Instagram, ku piraniya wan bi Tirkî ne, bûne sedem ku ciwan û zarokên Kurd gelek dem bi vî zimanî derbas bikin.

Dîcle Musa Enter, li Dêrsimê ji rojnameya Kurdistanî Nwê re got:  Perwerdeya bi zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê di asteke pir xirab de ye. Dema xwendekarek zimanê Kurdî hildibijêre, jê re tê gotin ku mamosteyên zimanê Kurdî kêm in. Ji ber vê yekê, ev bûye astengiyeke din li pêşiya pêşketina ziman û perwerdehiya Kurdî û sedemeke din a paşketina zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê. Her çiqas zimanê Kurdî azad be jî, em dixwazin ziman û perwerdehiya Kurdî di warê perwerdeyê de pêşve bibin.

Dîcle got jî: "Televîzyon, pêşketinên teknolojîk û torên civakî zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê qels kirine, bi taybetî torên civakî yên wekî Facebook, X, YouTube, TikTok û Instagram, ku bi piranî bi Tirkî ne, ev yek bûye sedem ku ciwan û zarokên Kurd gelek dem bi vî zimanî derbas bikin."

Herwiha, welatiyên Kurd pirtûk û rojnameyên Kurdî ên kaxezî bi rêkûpêk naxwînin, û hin malbatên Kurd di malên xwe de bi Tirkî diaxivin, ku ev kêmasiya xwe ye û divê malbatên Kurd vê yekê bi serê xwe qebûl nekin.

Dîcle Musa Enter ew yek jî aşkira kir û got: Divê her malbateke Kurd ji bo zarokên xwe û nifşên pêşerojê yên neteweya xwe dibistanek be. Lêbelê, hin kovar û rojnameyan beşên ji bo Kurmancî-Zazakî veqetandine. Lê belê, zaravayê kurmancî-zazakî roj bi roj winda dibe ji ber ku gelê me zimanê wê bi kar nayne. Ev bûye pirsgirêkek cidî û gefek li ser pêşeroja zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê bi giştî.

Di dirêjahiya gotinên xwe de Dîcle Enter got: "Li zanîngeheke Mêrdînê mamosteyên zimanê kurdî kurmancî û zazakî hebûn. Ew pir bi perwerdekirina xwendekarên kurd eleqedar bûn û ew kesên çalak û akademîk bûn. Gelek xwendekarên kurd li wê zanîngehê bawernameya zimanê kurdî bidest xistin û niha bûne mamosteyên zimanê kurdî. Her weha pêwîste siyasetmedar û akademîsyenên kurd jî bêtir girîngiyê bidin mijara ziman."

Her weha dibêje: "Niha li Tirkiyeyê di çapemeniya Kurdî de pêşketinek heye. Rojane pirtûkên Kurdî-Latînî têne weşandin û çend kovar û rojnameyên Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê têne weşandin, lêbelê, bandora pêwîst li ser welatiyên Kurd, zarok û malbatên wan nekiriye.

"Divê dê û bav zarokên xwe teşwîq bikin ku zimanê Kurdî fêr bibin, pirtûkên Kurdî û dîroka Kurd bixwînin û li ser pêşeroja zarokên xwe bifikirin. Mixabin, ev yek bi gelemperî li Bakurê Kurdistanê nayê dîtin," Dîcle got.

Di dawiya axaftina xwe de jî tekez kir ku; Divê her malbateke Kurd girîngiyê bide zimanê xwe yê dayikê û ji bo nifşên pêşerojê yên neteweya xwe bibe dibistanek Kurdî. Her kes dikare bêje ku ew Kurd e, lê Kurdbûn tê wateya parastina nasname û zimanê xwe, eger meriv nasname û zimanê xwe ji dest bide tu wateyeke kurdbûnê namîne..

Jînenîgariya Dîcle Musa Enter

Ew di sala 1950an de li bajarê Stenbolê ji dayik bûye. Di sala 1970an de li ser daxwaza bavê xwe çûye Ewropayê û di sala 1996an de vegeriyaye Tirkiyeyê. Niha nivîskarê rojnameya (Yenî Yaşam)ê ye. Bi Kurdî tê wateya "jiyana nû" û ew di çarçoveya Kurdbûnê de dinivîse. Dicla Enter niha li Dêrsimê û li gundê Estlîlê yê Nisêbinê dijî. Dayika Mûsa Enter di salên 1930an de di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekem muxtara jin bûye û malbata wan ji kevin de xanedana eşîreta wan bûye..

 

Xelat/ Kurdistanî Nwê – Ji Soranî: Dawûd Çîçek