ȘOREȘA KEZIYAN
Helbest: EBDULHEMÎD MENDANÎ
Ey șehîda xaka pîroz
Ey șervana bi soz û doz
Hey agira bi doman û toz
Keziya te ya bûy kabîs
Jê ditirsin dirundên pîs
Bê îmanin nînin namîs
Wan keziyên wekî maran
Sîbera wan tiris kir baran
Weko keran ew bûn garan
Her çar parçe bûne kezî
Bûn êk armanc û êk xwez
Xwe li wan bû reșe dezî
Hemû ew pîsên rihqirêj
Rih ikisteyșin û xwînmêj
Gorî tayek keziya dirêj
Xelat
