Bi Vîdyo.. Rûpelek li ser jiyana hunermendê mezin Apê Adîk

Bi Vîdyo.. Rûpelek li ser jiyana hunermendê mezin Apê Adîk

Hunermendê Çiyayê Kurmênc Apê Adîk yek ji mûzîkjen û dengbêj û stranbêjekî navdar herêma Efrînê bû.

Apê Adîk bi navê xwe yê din (Hesen Adîk) di sala 1907an de ji dayik bûye. (Apê Adîk) li herêma Efrînê xwedî navek mezin bû, ku bêtirî 70 salan stranên kurdî yên klasîkî mîna (Mem û Zîn, Cebelî, Teyar, Derwêşê Evdî û Edulê) gotine. Hunermend Adîk li gelek amurên muzîkê dixist, mîna tembûr, pîk û bilûr û kemanê.

Apê Adik di 1ê hezîranê 2007`an di sed saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Bi beşdarbûna hejmareke mezin ji nişteciyên gundê Kora li herêma Çiyayê Kurmênc û derûdora wê pêr hunermend Adîk hatiye binaxkirin. Ew du caran zewicî bû, û bavê 7 keç û 3 lawan bû.

Di vê raporta vîdyoyî de rojnamevan Nedîm Ado xelekek taybet li ser jiyana Apê Adîk tomar kiriye digel stafê xwe her yek li Xalid Xelîfe û Îmad Helaq û Reûf Zaza ku di sala 2007`an de serdana Adîk kirine. 

XELAT