Berfê! Tu hatî bi xêr
Helbest: Konê Reş
Doh, bi hatina Berfê re, min ev helbest ji bo zarokan nivîsand:
Berfê! Tu hatî bi xêr
Qamişlo bi xêr û bêr
Qamişlo! Berf dibare
Xweş dike cih û ware
Îro li me mêvane
Sibe kêf û şehyane
Sala nû ber bi xêr e
Berfa me himber zêr e
Wê biherike Xabûr
Pêre Ceqceq hûr bi hûr
Dexl û zevî wê geş bin
Cotkarî wê rûgeş bin
Wê bê biharek rengîn
Ji kulîlkên sor û şîn..
Jiyan xweş dibe bi doz
Sala nû li we pîroz.
30/12/2025
Xelat
