Firat Cewerî behsa pirtûka `RÊWÎTIYA MIN` dike

Firat Cewerî behsa pirtûka `RÊWÎTIYA MIN` dike

Nivîskar û romannivîsê Kurd ê navdar ê Kurd (Firat Cewerî) behsa pirtûka xwe a bi navûnîşana (Rêwîtiya Min) dike û weha dibêje:

"Kitêba min ya pêşî, ÊRÎŞ DIKIN, berî bi 45 salan derketiye.

Di rêwîtiya 45 salan de hejmara kitêbên ku min nivîsandine û wergerandine jî digihîje 45an.

Bi vê minasebetê, min bi stîleke nû li ser rêwîtiya xwe ya bêdawî ev kitêba ha nivîsand.

Ez ji xwe dipirsim û bersiva xwe bi xwe didim. Ez tenê li ser nivîskariyê ranawestim, lê dest davêjim gelek mijar û cihêrengiyên jiyanê.

Ji zaroktiyê heta xortaniyê, ji siyasetê heta evînê, ji felsefê heta maneya jiyanê, ji rewşenbîriyê heta berpirsiyariya rewşenbîran, ji edebiyatê heta estetîkê, ji afirandinê heta dexsê, ji demokrasiyê heta dîktatoriyê, ji durûtiyê heta şelafiyê.

Bi kurtî ez li ser gelek babet û mijarên cihê radiwestim û wêneyekî rêwîtiya xwe ya 45 salan berpêş dikim."

Xelat