Hezkirina ji jîyanê û tirs û xofa ji axîretê!
Nivîskar: İkram Oguz
Zarokekî pênc salî bûm.
Hê dest bi jîyana vê dinê nekiribû, jibo jîyana wîyalî dihatim perwerde kirin. Fêrî xwendina Quranê dibûm, bi zimaneke bîyanî û bi ezber. Quran dixwend, lêbelê ji xwendina xwe tu tiştek fam nedikir.
Di civata jin û mêran da ji hebûna cin û perîyan hayîdar dibûm, ditirsîyam.
Jibo ku xwe biparêzim, ji Qulûwelah heya ayetê Kursî, gelek ayetan hîn dibûm.
Kîngê ku sawa tirsê bida ser min, ayetê Kursî dixwend, heta ku tirsa min birevîya, xwendina xwe li pey hev dubare dikir.
Li vê dinê, bi tirsa dojeha li dinya wîyalî dihatim terbîye kirin.
Di xewnên xwe da dojeha tarî, sîtilên li ser agir û tê da qîr û qetran dikelîyan, li ber her sîtilek zebanîyên çermreşên rût û tazî didît. Di xewa xwe da jî ditirsîyam û di nav xwîdanê da dimam.
Diqêrîyam û ji nav nivînan qil dibûm.
Dîya min bi qêrîna min ra hişyar dibû, destê min digirt û bi dengê bilind ayetê Kursî dixwend.
Jiber ku, dermanê tirsên wê jî ew ayet bû.
Xwîdana min sar dibû, tirsa min direvîya û ez bixwe dihatim.
Dîya min dawî li xwendina xwe dianî û ji min ra digot; „Hêdîka serê xwe dayîne ser balîfê, çavên xwe bigre, sê caran li ser hev ayetê Kursî bixwîne û bi xew ra here…“
Min gotina wê dianî cîh û bi xew ra jî diçûm. Jiber ku ayetê Kursî êdî bibû dermanê tirsên min jî…
Di dema zarokatîya min da, elektrîk hê negihîştibû gundan û ji destpêka êvarê heta berbanga serê sibê herder tarî û şevereş bû. Di gundan da, avdestxaneyên derdor û serê wan girtî jî nebûn. Li derdorê kesek tune ba, herder avdestxane bû. Ew avdestxaneyên derdor û servekirî jî di tarîya şevê da dihatin bikaranîn. Sedem wê yekê mezinan temî li zarokan xwe dikirin û ji wan ra wiha digotin:
„Cin û pêrî ji tarîyê hezdikin û bişev dijîn. Ew li herderê ne û bi çavê serîyan jî nayîn dîtin. Di tarîya şevê da avê nerêjînin û li ser pîyan mîza xwe nekin. Jiber ku çilk dikpekin ser cinan û cin li we dixin. Dema ku we av rijand ya jî mîza xwe kir, heta biqede, ayetê Kursî bixwînin, ku bila cin ji we dûr bikevin…“
Temîyên bi tirs xof nedigedîyan, jibo her tiştekî gotinên wan ên bi tirs û xofê va girêdayî, hebûn.
Digotin:
„Bi tena serê xwe di ber mezelan ra derbas nebin, ger ku mecbûr man, heta ku derbas bibin, ayetê Qulûwellah bixwînin…
Di tarîyê da li fîtikê nexînin û gazî Şeytan nekin, Şeytan we dixapîne û ji rê derdixe…“
Mezinan zarokên xwe ditirsandin, şêx û melan jî mezin didan tirsandinê.
Ji hezkirina Xwedê zêdetir, tirs û xofa ji Xwedê dikirin dilê wan. Dinya ku tê da dijîn, nedidîtin û qala jîyan û nametên li vê dinê jî nedikirin. Tengbûna Pira Siratê û Agirê Dojehe bi hûrgulî tarîf dikirin. Te digot qey di ser wê pirê ra derbas bûne, li dojehê bûne mêvan û careke din şûn va vegerîyane û hatine vê dinê.
Bihuşt jî tarîf dikirin, bi tarîfa wan a bihuştê ra qilûlik zêde dibûn, qilf û henek dest pê dikir. Jiber ku di tarîfa bihuşta wan da, tenê gulîstanek cîh digirt.
Di bin her darek di wê gulîstanê da jî kalekî rûsipî, kanî û fêkîyên bi serê daran va daliqandî… Gulistaneke ji kalemêrên rûsipî û bêdeng…
Di wê tarîfê da ne jin, ne jî deng û awaz cîh digirt. Ew çil hûrîyên ku di kitêbên pîroz da tên qalkrin jî, li derûdora wan rûsipîyan xuya nedikir. Loma dîyarîbûna wan a ji Xwedê da jî zêde bala kesî nedikişand. Lê dîsa jî kal û pîr, jin û mêr, di nav jîyana vê dinê da bi xewn û xeyalên li ser dinya wîyalî dijîyan.
Wek mînakek, di nav gundê me ra çem derbas dibû. Di dawîya demsala biharê ra berfa Çîyayê Şahwelat dihelîya, lehî û laser radibû. Bi lehî û laserê va kurahîya çem jî bilind dibû. Ji bo derbasbûna ji çem tenê kêrangek dirêj û gilover danîbun ser avê. Dema ku av gurr û bilind dibû, kêrang di nav avê da dima. Tu kes newêrîbû ji alîyekî derbasî alîyê din bibe. Hinekên ku cesaret didan xwe û dixwestin derbas bibin, di nîvê rê da lingên wan dişimitî û noqî bin avê dibûn. Mele û sofî bi ketina wan kesan va dikenîyan û digotin:
„Hela binêrin, hê nikarin di ser vê pirê ra gavek bavêjin, ew ê ji pira siratê çawa derbas bibin?“
Jibo derbasbûna bi hêsanîya ji avê, pireyek fireha ku bi danîna çend kevir û daran dihat çêkirin, nedihat bîra mele û sofîyan…
Lê heta ku zimanê wan bigerîya, di derbarê jîyaneke nedîyar da diaxifîn, temî li kesên derdora xwe dikirin û digotin:
“Felan tiştê nekin, ku li axîretê jîyana we ya bêdawî di dojehê da derbas nebe…
Bêvan tiştê nekin, ku di sîtila qîr û qetranê da neyên kelandin…
Gotina Şeytan nekin û pê nexapin, ku pira siratê li we teng nebe…”
Carcaran bi aqilê xwe yê piçûk difikirîm û ev pirsên bê bersiv di sere min da dilivîyan:
Gelo Xweda yê ku mirov ji candarên din cuda afirandîye û aqil daye wan, çima ji aqilê wan dikeve şikê û wan wek xapînokê Şeytan dihesibîne?
Çima wan bi cin û perîyan, bi agirê dojehê û zebanîyan, bi qîr û qetrana kelyayî ditirsinê û terbîye dike?
Pirs li hev dirêj, li min jî giran dibûn.
Ne dikarîbû bersiva pirsên xwe bida, ne jî cesaret dikir ku ji mezineke malê bipirsîya.
Loma ew pirs û pirsgirek di serê minda dilivîyan û bê bersiv diman…
Di xortanîya xwe da jî, ji fikr û raman, ji bîr û bawerîyên cuda hayîdar bûm.
Dem û demsal derbas bûn, ji wergera wan a bi Kurdî sê kitêbên pîroz, Quran û Încîl û Tewrat, xwend. Di her sê kitêbên pîroz da jî ew tirs û xofa ku şêx û meleyan dianî ziman, dît. Herçiqas qala xelatkirina bi jîyana di bihuştê da were kirin jî, ew dîsa bi tirs û xofê va girêdayî ne…
Ez li tama jîyana li vê dinyayê digerîyam, lêbelê li herderê tirs û xofa ji jîyana dinya wîyalî derdiket pêşîya min.
Loma min berê xwe da fîlozofan û di nav pelên pirtûkên wan da, li bersiva pirsên xwe yên bêbersiv gerîyam.
Min di pirtûken wan da dît, ku ew jî li bersiva pirsên bêbersiv digerin.
Qala tamgirtina ji jîyanê, qala hezkirin û evînê dikin.
Li ser afiradina dinê disekinin û qala Xwedê jî dikin.
Hinek hebûna Xwedê înkar, hinek jî gor zanebûna xwe, Xudayê ku bawerîya xwe pê tînin, tarîf dikin.
Ji wan fîlozan yek jî Baruch de Spinoza ye, ku di sedsala 17an da jîyaye.
Spinoza ji fikr û ramanên Dekart hîkarî girtîye û fîlozefekî rasyonalîst ê ji Serdema Zêrîn a Holandayê ye.
Spinoza di pirtûka xwe ya bi navê „Rê/The Way“ da, Xwedayê ku jê bawer dike, bi gotinên Wî wiha dide tarîf kirin.
Xwedayê Spinoza wiha dibêje:
„Dest ji duakirinê berde û cîhê bîla bê sebep li singê xwe nexîne!
Tişta ku ji te dixwazim, di vê dinê da tamgirtina te ya ji jîyanê ye.
Ez dixwazim, tu, ji wan tiştên ku min ji bo te afirandine, tamê bigrî, bistirê û şa bî.
Dest ji çûyîna parestgehên ku te çêkirine jî berde.
Tu dibêjî ew malên min in!
Mala min li serê çîyan, li daristanan, li çem û robaran, li peravên gol û deryayan, di kûrahîya dilê te da ye…
Sedem jîyana xwe ya kesip min tawanbar neke; jiber ku min tu carî je te ra negotîye ev tişt xirabe ya jî tu gunehkarî û zayendîtîya te jî tiştekî nebaş e!
Loma ji bo tiştên ku tu pê hatî bewerîkirin, min tawanbar neke!
Dest ji xwendina nivîsên qaşo dibêjî pîroz, ku ti eleqeyek min bi wan nîne û jixwe tu jî ji wan tiştekî fam nakî, berde!
Ger ku tu, di berbanga sibê da, di nav dîmenek da, di dostanîya hevalên xwe da, di ronahîya çavê zarokekî da min nebînî, di ti pirtûkên ku hê di dema ku nivîs nehatîye zanînê da û bi navê min hatine nivîsandin da jî nabînî.
Bawerîya xwe bi min bîne, lê bele bere jixwe bawer be û her tiştî ji min nexwaze!
Tu yê ji min ra bibêjî, ez kare xwe çawa bikim?
Ji min netirse!
Jiber ku, ez keleşûtik nînim û te nadarizînim, te rexne nakim, li te hêrs nakevim, te bêhedûr nakim û qet cezayek jî nadim te.
Hezkirina te ji bo min bes e!
Lêborîna xwe jî ji min nexwaze; jiber ku tişta ku were efûkirin jî nîne.
Ger ku min te afirandibe… bi îradeya te ya azad te arastîye.
Ger ku tu bi aqilê ku min daye te bijî û îradeya xwe bikar bînî, ezê te çawa tawanbar bikim?
Afirînêrek çawa dikare vê yeke bike?
Hemû ferman û zagonan jibîr bike, ew hemû honakên ew kesên ku dixwazin te bixapînin, te kontrol bikin û tu xwe gunehkar bihesibîni, ne…
Bawerîya xwe bi wan neyne û tene aqilê xwe bikar bîne…
Ji xwe ra rêzdar be û tişta ku ji bo xwe naxwazî ji kesên din ra jî nexwaze.
Tista ku ji te dixwazim ew e, ku li jîyana xwe miqate be. Jiber ku ev jîyan ne azmûnek, ne pêlekek, ne gavek, ne cêribandinek, ne jî rîya ku digihîje Bihuştê ye…
Min bi her awayî te azad kirîye.
Xelat û siza jî, guneh û dilpakî jî tune, tu kes xwedî skor nîne û tu kes qeyd û meyda jî nagre. Tenê hezkirin he ye..!
Lêbelê, jibo ku di jîyana xwe da bihuşt ya jî dojehê biafirînî, bêguman tu azadî.
Piştî vê jîyanê çi dibe û nabe, ji te ra nabêjim, lê dikarim temîyek li te bikim. Piştî vê jîyanê weke ku tiştek tune, bijî.
Bifikire ku, ev jîyan jibo ku tu jê kêf bigrî, hez bikî û jê tamê bigrî, he ye. Ango tiştek tune be, bi firsenda jîyana ku min daye te, jixwe tu yê kêfxweş bibî. Lê ger ku tiştek hebe, li wir jî başî û xirabîyê ji te napirsim.
Tiştên ku ji te bipirsim, dê ev bin:
- Te qîmê xwe bi jîyanê anî?
- Te jê kêf girt?
- Te zede ji çi hez kir?
- Di jîyana xwe da tu çi hînbûyî û te kîjan tiştên baş kir?
Dest ji bawerîya xwe ya ji min berde, bawerî, texmîn kirin e. Ez naxwazim tu bawerîya xwe bi min bînî. Tenê ji te dixwazim, ku tu di kurahîya dile xwê da min hîs bikî. Jibo min hezkirina te bes e.
Ji pesinandinê eciz bûm, ji spaskirinê têr bûm.
Minetdarîyê hîs dikî?
Vê yeke jibo xwe, jibo tendurustîya xwe, jibo tekilîyên xwe û ji bo çavdêrîya xwe ya li vê dinyayê bîne ziman.
Tu hîs dikî ku te teqîp dikin?
Rûgeşîya xwe nîşan bide. Jibo pesindayîna min tiştên rast ev in.
Kar û barê xwe giran neke û di derheqê min da tiştên ku hin kesan ravayê te da ne, mina tûtîyek wan dubare neke.
Tişta ku jê bawer bî, ew jî hebûna te ya li wir e û tiştên tu jîyayî yi. Herweha ev dinya bi nûwazeyan va tijî ye. Ger ku li derdora xwe binêrî, tu yê min bibînî û hîs bikî. Çima pêwistîya te bi mucîzeyên zede ra hebe?
Li derveyî xwe bigerî, min nabînî.
Tenê dikarî di hundurê xwe da min bibînî…”
Şêx û Mele, Keşîş û Haham civatên xwe bi tirs û xofa ji dinya wîyalî ditirsînin û Xwedê jî bi sawa wê tirse didin hezkirin.
Xwedayê Spinoza jî bi tamgirtina ji jîyana li vê dinê Xwe tarif dike û dide hezkirin.
Min ji jîyanê û ji Xwedayê Spinoza, ku ev dinya jibo me afirandîye û em jê tama jîyanê bigrin, hezkir û nêzîkî Wî bûm…
Lê hûn ji çi hez dikin û nêzikî kî û kê ne?..
09.10.2020
XELAT