Kurdên Rojava ji Almanyayê serdana Mam Celal kirin

Kurdên Rojava ji Almanyayê serdana Mam Celal kirin

Şandeke kurdên Rojavayê Kurdistanê ji Almanyayê hatin sardana rewanşad serok Mam Celal.

Îro roja duşemê 4-11-2024`an li bajarê Silêmaniyê şandeke kurdên Rojavayê Kuridstanê ku ji welatê Almanyayê hatibûn, sardana mezarê rewanşad serok Mam Celal kir û gulbaxek jî li ser mezarê dînan û fatîheyek li ser rewanê serok Mam Celal xwendin.

Di wê barê de, Mistefa Mihemed Elî bavê Alan ji malpera Xelatê re ragihand; Em wek kurdên Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku li gel min kak Îdrîs Nefhî û Luqman Edhem, me xwest ku em hem xizim û mirovên xwe li Silêmaniyê bibînin û her weha sardana mezarê serok Mam Celal û Helebçeyê bikin.

Her weha da zanîn ku îro jî em serbilind bûn bi sardana mezarê rewanşad serok Mam Celal ku ewqas xizmetî doza gelê kurd kirî û tevahiya jiyana xwe ji bo parastina doza rewa ya gelê kurd û Kurdistanê terxan kiribû.

Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Bavê Alan aşkire kir ku şanda wan bi hevrêtiya serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê (Hozan Efrînî) sardana parêzgeha Helebçeyê kir û armanca wan Monomenta pakrewanên Helebçeyê bûye.

Xelat/Roşîn Serêkanî