Jivanê Kewê- Kê Dîrok Nivîsiye

Jivanê Kewê- Kê Dîrok Nivîsiye

Mamostayê Zanîngehê Beşa Dîrokê (Dr. Zirar Sidîq) ragihand ku, ji ber ku Kurdan giringî û buhayê nivîsandina dîrokê nezaniye dîroka xwe nenivîsiye.

Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) ku di kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê de li bajarê Duhokê tê weşandinê û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin li ser babetê (Kê Dîrok Nivîsiye) bi mêvandariya (Dr. Zirar Sidîq) Mamostayê Zanîngehê Beşa Dîrokê .

Dr. Zirar Sidîq dibêje; Dîrok destpêkê ji aliyê desthiladaran ve hatiye nivîsandin di serdema berî zayînê ya ji aliyê desthilata olî yan jî ji aliyê Împeratoran ve hatiye nivîsandinê wek împeratoriya Aşûrî, Babilî, Keldanî, Mîdî …. htd, hatiye nivîsîn, ku her desthilatek nivîskarên xwe hebûn û serkeftin û çalakiyên wan û jiyannameya wan hatine nivîsandin.

Ew yek jî diyar kir û got; Piştre jî împeratoriya Romanî û Bîzentî heta serdema Îslamî dîroka xwe nivîsîne ku îperatoriyên mezin bûn. Di wan serdeman de nivîskar wek fermanberên dewletê bûn û li gor xwast û armancên desthilatan dîrok dihate nivîsandin.

Dr. Zirar Sidîq behsa wê yekê jî dike ku, ji ber Kurdan giringî û buhayê dîrokê nezaniye ji ber wê jî dîroka xwe nenivîsiye. Wan kesan dîrok nivîsiye ku giring û nirxê nivîsandina dîrokê zaniye.

 

Ji bo dîtina tevahiya bernamê vê lînkê bitikîne….

 

XELAT