Hunermend `Cegerê Reş` Rola Encumena Penaberan Bilind Nirxand

Hunermend `Cegerê Reş` Rola Encumena Penaberan Bilind Nirxand

Duh roja Sêşemê 9/9/2024’an li bajarê Silêmaniyê, hunermendê naskirî ê Rojavayê Kurdistanê (Cegerê Reş) serdana baregeha Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye kir û ji aliyê serokê Encumen û desteya kargêrî ya Encumenê ve hat pêşwazî kirin.

Di wê hevdîtinê de, Serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye li Herêma Kurdistanê (Hozan Efrînî) ji Malpera Xelatê re ragihand ku piştî ku hunermendê naskirî ê Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê hate serdana Silêmaniyê, duh jî serdana Encumena me kir û em gelek kêfxweş bûn bi wê serdana nirxdar.

Ji aliyê xwe hunemendê mezin Cegerê Reş destxweşî li Encumenê kir ku dikarî yekrêziya penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê biparêze û xizmetkariyê bi bê beramber pêşkêşî penaberan bike û rola Encumenê gelek mezin nirxand.

Di wê hevdîtinê de her yek li Roşîn Serêkanî endama rêvebiriya Encumenê û Cîgirê sernivîserê kovara Xelatê Dawûd Çîçek amadebûn.

Em jî hatina wî mamosteyî gelek watedar dibînin û spasdar in.

Xelat-Taybet