Li Êraqê li dijî zimanê Kurdî biryareke nijadperestane hat hilweşandin

Li Êraqê li dijî zimanê Kurdî biryareke nijadperestane hat hilweşandin

Biryara Wezareta Xwendina Bilind a Êraqê rastî nerazîbûnên mezin hat wezîrê dadê yê Êraqê Xalid Şiwanî ku bi xwe Kurde ragihand ku bi telefonê bi wezîrê xwendina bilind a Êraqê axiviye û ew pirsgirêk hatiye çareserkirin.

Xalid Şiwanî got:"Wezîrê Xwendina Bilind biryar daye ku pirsgirêkê çareser bike û ezmûn dê li gorî heman mekanîzmaya salên berê werin kirin."

Wezareta Xwendina Bilind a Êraqê biryar dabû ku zimanê Kurdî li saziyên xwendina bilind ên li deverên Kurdî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê qedexe bike.

Di vê derbarê de, Desteya Deverên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê ragihand, biryara Wezareta Xwendina Bilind a Êraqê ya qedexekirina zimanê Kurdî pêşhatek metirsîdar û cihî pirsyarê ye.

Her weha wezareta rewşenbîrî û lawan a Herêma Kurdistanê bi tundî ew biryar şermezar kir û daxwaza bilez hilweşandina wê biryarê kir.

Ji aliyê xwe ve jî Akademiya Kurdî jî dibêje: Ev biryar neqanûnî û nedestûrî ye û em daxwaz dikin ku ew were betalkirin û divê Wezareta Xwendina Bilind a Êraqê ji gelê Kurd lêborînê bixwazin.

Wezareta Xwendina Bilind a Êraqê di 16ê Tîrmeha 2025an de fermanek hejmar 6496 derxist û zimanê Kurdî li navendên xwendina bilind ên li deverên Kurdî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê qedexe kir.

Wezareta Xwendina Bilind a Êraqê bi fermî zanîngehên Kerkûk, Mûsil û Diyalayê agahdar kiriye ku biryara ku destûr dida xwendekarên Kurd bi Kurdî bersiva pirsên ezmûnan bidin û dûv re werin wergerandin betal bikin.

Pêştir jî Komek rewşenbîr û profesorên zanîngehê bi sernavê "Banga ji bo Parastina Rêzgirtina Zimanê Kurdî li Êraqê" daxuyaniyek weşandin û ew biryara wezareta Êraqê şermezar kirin.

XELAT