Hunermend Helîm Qasim Mêvanê Bernama Roşînê ye
Awazdaner û stranbêjê Kurd (Helîm Qasim) ku xelkê bajarokê Tirbespiyê ya ser bi Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye bû mêvanê bernama (Bi Roşînê re ) ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandin û ji aliyê Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
Hunermend û Stranbêj Helîm Qasim diyar kir ku, ev 3`ê salin li bajarê Silêmaniyê dijî û gelekî kêfxweşe bi xelkê Silêmaniyê ku xelkekî rewşenbîr in û rêz û hurmetê ji wan re digrin û gelekî pêşketî ne.
Ew yek jî da zanîn Helîm Qasim got ku; wî saz ji bavê xwe biriye û wî jî dest bi baxlemeyê û mûzîkê kiriye û beşdarî di ahengên Newrozê de dikirin her weha beşdarî di ahengan dikir û li bajarê Şamê jî beşdarî di çalakiyên hunerî û rewşenbîrî dibûn.
Behsa wê yekê jî kir ku bandora hunermendên mezin wek (Seîd Yûsif û Mihemed Şêxo û Seîd Gebarî) li wî kiriye û bi hunermend Ekrem Reşo re jî pêkve kar kiriye. Her weha sala 1995`an du kasêt tomar kirine.
XELAT