Ji bîra dîrokê: Hevpeyvîneke taybet yê nivîskarê mezin Mistefa Salih Kerîm bi profîsor (Lazarêv) re

Ji bîra dîrokê: Hevpeyvîneke taybet yê nivîskarê mezin Mistefa Salih Kerîm bi profîsor (Lazarêv) re

Lazarêv: Ez bi xwe aşiqê Kurdistanê me

Mistefa Salih Kerîm: Vaye ez li Moskoyê me, bajarê ku milîtanên ji dujeha terorê revyayî hembêz kiribû

Lazarêv: Ez daxwazê ji dîroknasê Kurd dikim ku dîroka gelê xwe binivîsînin

Mistefa Salih Kerîm: Nivîskarên Rûs di dilê min de hezkirirna ji wêjeyê re çandin û ez fêrkirim ku çawa hêviyên gelê xwe bînim ziman û jê hez bikim

 

Ev hevpeyvîna taybet ya li gel Serokê Beşa Kurdî li Peymangeha Rojhilatnasiyê ya ser bi Akademiya Zanistên Rûsî profîsor (Mîxaîl Sîmyunovîç Lazarêv) a ku di sala 1998`an ji aliyê nivîskar û rojnamvanê diyar ê Kurd yê koçkirî (Mistefa Salih Kerîm) ve hatiye kirin û ji aliyê (Şoreş Xalid) ve ji zimanê Rûsî bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin û di hêjmara rojnameya (El-Ittîhad) ya ser bi Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê ya ku bi zimanê Erebî dihate çapkirin ya bi jimare 299`ê, roja înê 25/12/1998`an hatiye weşandin.

Nivîskar û rojnamevanê koçkirî (Mistefa Salih Kerîm) pêşekiyek ji vê hevpeyvînê re nivîsiye û weha gotiye:

(Vaye ez li Moskoyê me, bajarê ku di demên borî de hêjmarek mezin ji milîtanên ku ji dujeha terorê revyayî hembêz kiribû. Salên temen û bi hezaran kîlometire, navbeyna hezkirina min ji vî bajarê Moskoyê re di temenê ciwaniya xwe de û îro de. Ev salên ku dighêje nîv sedsalê her çend dûr û dirêj bin jî lê di jiyana li bajaran de ne wisa ye, belkû tejîbûna 50 salên derbasbûyî bi rûdanên mezin dihêle ku ew sal dûr û dirêj bin.

Ez bi xwe deyndarê nivîskarên Rûs im, ji navên diyar di warê wêje de ku di dilê min de hezkirirna ji wêjeyê re çandin û ez fêrkirim ku çawa hêviyên gelê xwe bînim ziman û jê hez bikim. Her weha hizra wan ya şoreşgerî jî faktorekî serekî bû ku em hêştin di bazina tekoşînê de bin, vaye ez berê xwe didim dîdareke akademîk daku hevdîtinê li gel dîroknas û lêkolerê mezin yên Rûsî bikim.

Zeman 16/11/1998 , cih nivîsîngeha mamostayan li peymangeha rojhilatnasiyê.

Profîsorê Rûsî (Lazarêv) dewlemende ji nasandinê, ew dîroknas û lêkolerekî diyare di qada akademîk de , şarezaye di doza Kurd de û giringiyeke taybet didê doza Kurd û guhê xwe dide diyalogvanên xwe û gelekî dilsoz û mihrîban û xwedî mêjiyekî vekirî ye, beşdarî di semînera navdewletî ya rojnamegeriya Kurdî kir ya ku li Moskoyê di sala 5-6/11/1998 bi lêkolînek giring ku cihê gotûbêjan bû , lêkoler jî baş guhê xwe dida nêrînên gotûbêjvanan , her weha wekî ku me pêre îtîfaq kiribû jî me li nivîsîngeha wî çavpêkeftin kir û piştî ku pêşwazî li me û rojnameya (Al-Ittîhad) jî kir ku min nûnertiya wê dikir, min dest bi ev pirsa xwe kir:

* Hizra kar di dosyeya rojhilatnasiyê û bi taybet jî di dozen ku girêdayî Kurdan çawa li cem we peydabû?

Lazarêv: Piştî ku efserên Êraqî bi şoreşa 14`ê tîrmeha 1958`an rabûn û Kurdan li Êraqê hinek ji mafên xwe yên netewî bi dest xistin, bîrûkeya xwendina dîroka Kurdan meraq li cem min çêkir. Wê demê ez xortekî dilgerm bûm, min dixwest ez tevgerên şoreşgerî yên ku jibo hêviyên netewî xebatê dikin nas bikim. Piştî ku min pileya xwe ya zanistî bi dest xist (Komîteya Navendî ya Partiya Komonîst) berê min da wê yekê ku ez pirsa Kurdî bixwînim . Ew jî bi rêya kar di peymangeha rojhilatnasiyê ya ku wê demê ser bi akademiya zanistên Yekîtiya Sovyetê bû, ji ber ku partiyê giringî dida pirsa Kurdî,ev yek jî ji were diyar dibe ku min ji bo dewletê kar dikir û bi fermana wê bû her weha ne hilbijardeya min bû.

*Bi dîtina we çima dayîna mafên netewî ên rewa yên gelê Kurd dereng ket û heta niha nekarî mafê çarenivîsa xwe bi dest bixe?

Lazarêv: Welatên zilhêz ew berpirsyarin di vê babetê de û berpirsyartiya piştî wê jî di pileya duyemîn de ya welatên herêmîn e yên ku Kurdistan di nava xwe de parçe kirine, ji ber vê hêsan nebû ku razî bibin mafên Kurdan bidinê û bi taybetî ji ber ku Kurdistan bi kanzeyan û patrolê dewlemende. Di vir de jî divê ez amaje bi wê yekê bikim ku pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan bi xwe û pirsgirêkên serkirdeyên Kurdî di şoreşên xwe yên cuda cuda de ku nekarîn mifayê ji derfetên ku hatine berdestên wan bibînin. Bi reşkawî jî dibêjim: Mercên ciyopolitîk ya Kurdistanê yek ji astengiyên serekî bû ku hêşt bi berdewamî gelê Kurd bi paş bikeve û bikeve navbera çakûç û darê de.

*Başe, wê demê çareserî li ku ye?

Lazarêv: Du pirsên girîng hene, ya yekemîn girêdayî we ye – Hûn Kurd- ew jî bicîhatina aştiyê û îstiqrarê û yekxistina hêzane – ez jî di wê baweriyê de me ku nakokiyên di nava partiyên Kurdistanî de wê bidomin- eve jî diyardeyeke normale û pêwîst nake mirov jê bitirse. Lê belê vegera bo destavêtina çekan jibo çareserkirina nakokiyan gelekî metirsîdare, divê gelê we û partiyên we ji ev rêbaza han ya şaş dûrkevin û sûd ji ezmûnên berê wergirin, û bi hevre kar bikin jibo bicih anîna xwastên gelê xwe û bi dil û can hêvî dikim ku nakokiyên kor yên ku çarenivîsa gelê wê asteng dikin venegerin. Pirsa duyemîn jî, bi rastî girêdayî dewletên peywendîdarin , Amerîka îro dest avêtine dosyeya Kurdî û danîne ser mêzê û ne di çekmeçan daye û piştevaniya doza Kurd dike, bo vê ez dibînim ku giringe Kurd vê piştevaniyê ji dest xwe nede û karên zêdetir û cidî bike daku van pêwendiyan xurtir bike, ku tekez wê encamên erênî bi xwe re bîne, nexasim dixwazim bi reşkawî ji te re bêjim ku Amerîka berjewendiyên xwe yên taybet di van pirsan de heye – lê em dev ji van berjewendiyan berdin – bila pirên we bi Amerîka re bihêztir û mikumtir bin, çûnkî berjewendiya gelê Kurd -di vê mercê niha de- wê yekê dixwaze.

*Li ser nakokiyan û şerê cihê mixabiniyê ku li Kurdistanê çêbibû her weha yaku bi rêkeftina Waşîntonê bi dawî hat dîtina we çiye?

Lazarêv: Ji bo berqerar kirina aştiyê li Kurdistanê êdî ne tenê banga pêkhateyeke biçûke ji xelkê welatparêzên dûr bîn, belkû hemû aliyên pêşverû, rewşenbîr û dostên Kurdan li cîhanê, her weha li vir li Rûsya jî pêşwazî kirin li rêkeftina ku herdu serokên Kurda ku li Waşîntonê îmza kirin, ez di wê baweriyê de me ku li hemû parçeyên Kurdistanê ew rêkeftin deng veda û cemawer û gelê Kurdistanê jî pesend kir ku asta xwe ya têgihêştinê û zanebûnê îspat kir. Dujminên rêkeftinê jî hesabê xwe wê şaş bin eger texmîn bikin ku dikarin rêkeftinê jinav bibin eger serkirdeyên herdu hizban (YNK û PDK)ê bi rijd bin li ser cîbicîkirina wê. Hêviya min mezine ku gavên pêşkeftina wê werin cîbicîkirin bi bê paşguh xistin, ji ber ku her xemsariyek di proseya pêkanîna wê de wê encamên nerênî li pêy xwe bîne.

Dixwazim li tiştê min aniyê ziman zêde bikim û bêjim ku berqerarbûna aştî û aramî li Kurdistana Êraqê û pêkanîna demokrasiyê di rêveberiyên xwecihî de wê bihêle ku hêzên gel yên niştîmanperwer jî hevdû bigrin û hêzên xwe yek bixin bo berevanîkirina li ezmûna nû ya heyî. Daxwaziya min ewe ku kes weku seyrkerê wê ezmûnê tunebe , belkû beşdariya cidî divê hemû kesî bigre nava xwe daku kar bikin û valahiyê nehêlin di nava rêzên hêzên niştîmanperwer ya Kurdistanî de û berv çespandina desthilateke netewî li ser bîngeha demokrasî û di çarçoveya sîstemeke federalî ku hûn dixwazin be.

*Di şopandina we ya berdewam ji dîroka Kurdî û çand û kelepora wê re, hûn doza Kurdî ya çarenûsaz çawa dinirxînin? Her weha helsengandina we ji tevahiya pirsa Kurdî re çiye?

Lazarêv: Doza Kurd bûye dozeke xwedî rehendên fireh û êdî bi pêş dikeve û bûye dosyeyeke serekî, û eger em dozê bixin berçav, emê bibînin ku çend caran bûye mijareke aktuel û di serdemên cuda de, lê carinan reng diçû û carinan sar dibû…bi nêrîna min Kurd bi xwe jî sedemin di beşek ji vê sarbûnê ku doza Kurdî vegirtiye û pêwîst nake em bikevin hûrgiliyên wê, xwediyê malê baştir rewşa xwe dizanin. Weku nimûne jî bereyeke yekgirtî ya Kurd tunebû!!

*Biborîne profîsor Lazarêv ku ez gotina we dibirim,Bereya Kurdistanî berya serhildanê hate avakirin ku ji çalakiyên hevbeş jî encamên berhemdar hebûn…

Lazarêv: Ez wê yekê dizanim, ew bereya li ser asta herêmî (di nava Kurdistana Başûr de bû), lê ez dixwazim ku bereyeke netewî hebe ku kar û xebatên hemû partiyên kurdî li hemû deverên Kurdistanê yek bixe. Min berya niha anî ziman, min bersiva pirsa we da, ku ez gelekî umêdewarim bi rêkeftina ku li Waşîntonê hate îmza kirinê di 17 îlona sala bihorî (1997) ji aliyê herdu Serokên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), lê hêvîdarim ku lihevhatin û lihevkirin hebe. Piştre jî hemahengiyê bi partiyên Kurdistanî re li herêmên din çêbikin û divê di hesabên xwe de şoreşgerên Kurd li Turkiyê neyên paşguh xistinê. Lê di derbarê wêje û çanda Kurdî de li min biborin ez zêde naşopînim , lê ez dozên dîrokî yên taybet bi gelê Kurd dişopînim jiber ku dîroknasim, lê ez ji hevkarên xwe yên jin û mêr dibihîzim ku çanda kurdî bi pêşve diçe, her çend hin kes jî hene dibêjin ku çanda siyasî bi ser çanda wêjeyî de zal bûye li çem we. Em niha pêşberî pêşkevtinên mezinin di cîhanê de ku giringiyê dide demokrasî û mafê çarenivîsa gelan . Divê gelê Kurd û serkirdeya wê ya siyasî û rewşenbîrên wê yên diyar sûd ji vê demokrasiyê werbigrin, her weha azadiya ramanê ya ku li Ewropa heyî divê Kurdên wê derê jê sûd wergrin û mifayê ji azadiya raderbirînê û azadiya weşanê wergrin. Ji wan tê xwestin ku doza Kurdî ber bi pêşda bibin çûnkî ew niha li welatên xwedî cihên hestiyar dijîn.

*Nêrîna we li ser dîrokzanên Kurd yên hemdem çiye?

Lazarêv: Mixabin Kurdan dîroka xwe ne nivîsandiye, belku zorîne kesên dîroka Kurd nivîsandine ji biyaniyan e û ne Kurd bûne. Ya baş bi dîtina min dîroknasên Kurd xwe ji dîroka miletê xwe re vala bikin û bi xwe binivîsin dûr ji karîgeriyên derve, ji ber ku nivîsandina dîrokê karekî hêsan nine, belku karekî zehmete , divê dîroknas aliyê zanistî û hûrgiliyan liberçavan bigre di pîvana mijaran de dûr ji rêbazên teqlîdî û dilsoziyê, ez banga xwe dubare dikim ji dîroknasên Kurd re ku dîroka hemdem ya gelê xwe binivîsin,ne tenê bi Kurdî belku bi hemû zimanên cîhanî yên zindî, daku cîhan hay ji dîroka vî gelî hebe ku dikeve sedsala bîstan piştî bi salekê hîna jî di dewleta xwe ya serbixwe bêpar ma ye.

*Hûn wek serokê beşa Kurdî ya peymangeha rojhilatnasiyê,ez dixwazin çapên nû yên ku vê dawiyê li cem we hatine weşandin binasim, mebesta min çapên girêdayî bi Kurdan?

Lazarêv: Pirtukek baş li ser Kurdistanê ya lêkolera Rûsî ya navdar (Vasîlîviya) heye,du cîld jî di (Pîter Borg) Lenîngrad ya lêkoler (Musîlan) heye û ev herdu cîld bîblografiya giştî li xwe digre. Her weha pîrtukek li ser zaravaya Zazakî ku (Semîre Nova) jina nivîskarê koçkirî (Kerîm Eyubiyan) nivîsandiye, pirtukek li ser çapemeniya Kurdî (Celîlê Celîl) nivîsandiye û berya çend rojan jî li zanîngeha Lênîningradê pirtuka zaravayê (Goranî) ya profîsora jin (Zarî Yusupova) mamosta li zanîngeha Lênîngrade derketiye. Her weha çedîn proşurên dinê hatine belav kirin her çend biçûkin jî lê baş bûn. Li kovara (Asya û Efrîqiya) de jî nivîsên di karûbarên Kurdî hatine belav kirin lê ne kûr bûne. Her weha pirtukek giring bi navnîşana (Koka Peyva Kurdî) ji aliyê nivîskar (Çibolov) şareza di zimanê Kurdî hatiye nivîsandin, ew jî ferhengeke giştiye.

*Spas Profîsor Lazarêv li ser vê derfeta ku te da me bo vê hevpeyvîne her çend hûn mijûl jî bûn, ez dixwazim we bi navê sernivîser û endamên desteya derhênana Rojnameya (Al-Ittîhad) li ser giringîdana we ji ev komxebata navdewletî ya ku ji bo rojnamegeriya Kurdî hatibû lidarxistin û beşdariya we ya aktîv jêre û rêvebirina we ji xebatên wê.

Lazarêv: Spas ji we re jî û serkevtinê ji were dixwazim.

*Bi xatirê we û hêvîdarîn li Kurdistanê jî di demek nêzîk de we bibînin.

Lazarêv: Ezê gelekî kêfxweş bim ku derfet ji min re çêbibe, ez bi xwe aşiqê Kurdistanê me.

Wergerandin ji Erebî/ Dawûd Çîçek

29/8/2023

Sekoya Kurmancî