Jivanê Kewê – Karekter di çîrokê de

Jivanê Kewê – Karekter di çîrokê de

Nivîskar (Mihsin Ebdulrehman) ragihand ku, karekter di kurte çîrokê de ya di romanê regezekê herî giringe di nivîsîna wêjeyî de, çûnkî ew navenda hemû rûdanan e. her weha nivîskar bi rêya van karekteran nêrîn û boçûnên xwe tînin ziman.

Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) ku di kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê de li bajarê Duhokê tê weşandinê û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin li ser babetê (Karekter di çîrokê de) bi mêvandariya nivîskar Mihsin Ebdulrehman.

Di derbarê giringiya karekter di çîrokê de, mamosta Mihsin Ebdulrehman da zanîn ku, eger karekter di çîrokê de tune be, deq nayê nivîsîn çûnkê nivîskar bi rêya karekterî peyama xwe dighîne. Her weha bi şêweyekî giştî di çîrokê de du kesayetî hene, ya yekem kesayetiyeka serekî ye ku ew navend û sentere ku hemû rûdan li wî dizivirin yê. Her weha kesê duyem jî heye di çîrokê de ku kesayetiyekî lawekî ye û giringiya wî kesî ewe ku bi rêka wî kesê yekê dide axaftinê.

 

Ji bo dîtina tevahiya bernamê vê lînkê bitikîne….

  

XELAT