Gelawêj di navbera siyaset û wêjeyê de

Gelawêj di navbera siyaset û wêjeyê de

Nivîs: Hoşyar Cemal

Pirtûka "Gelawêj Nîv Sedsala Zêdetir, Di Navbera Siyaset û Wêjeyê de" ji amadekirina (Cemîl Elî- Jîno Ebdullah) ye. Ku ew pirtûk ji 87 rûpelan pêk tê û ji wan 60 rûpe ronahiyê dixe ser aliyên civakî û wêjeyî yên jiyana Gelawêjxan û bandora jîngeha siyasî ya ku tê de jiyaye. Rûpelên mayî ji rêze portreyên kesane yên nivîskar re hatine veqetandin.

Di wê pirtûkê destpêkê behsa jiyana dê û bavê Gelawêjxanê hatiye kirin, ku bavê wê (Salih Fetah) bûye û xelkê navçeya Zaxoyê bûye ji eşîreta Qoçebegê ku eşîreteke kevnar in ku bîngeha wan vedigere Bakurê Kurdistanê. Her weha bapîrê Gelawêj xanê efserekî artêşa Osmanî ji zozanên Bakurê Kurdistanê bûye.

Di Şerê Cîhanê yê Yekem de ji ber zehmetiyên jiyanê berê xwe dane bajarê Mûsilê, tevî ku rayedarên Osmanî piştre bang li malbatên koçber kirin ku vegerin jî, lê ew venegeriyane.

Gelawêjxan di sala 1930’an de ji dayîk bûye, ku saleke navdar a li Başûrê Kurdistanê ye, ji ber ku hevdem e ligel şerê ber dergehê Seraya Silêmaniyê ye ku di 6’ê Îlona 1930`an de pêk hatiye, di destpêkê de navê Gelawêjxanê (Sacîda) bûye, ku navekî erebî ye, lê piştre li ser daxwaza xalê wê navê wê dikin (Jiyan), lê pişt re dema malbata wê sirgûnî Dîwaniyeyê tên kirin, heman nave wê yê pêşîn (Sacîde) lê tê kirin. Heta bi ronakbîr û nivîskarê gelê kurd (Îbrahîm Ehmed) re jî zewicî, ​​ew jî ji hezkirina xwe ji bo kovara (Gelawêj) navê wê diguhere bo (Gelawêj).

Diyare kovara Gelawêj yek ji girîngtirîn kovarên Kurdistanê bûye ku ji sala 1939 heta 1949 deh salan derdiket û xwediyê kovarê mamosta Îbrahîm Ehmed bûye her weha sernivîskarê wê jî Eladîn Secadî bûye. Her weha Kovara Gelawêj jî wê demê bû dengê nivîskarên kurd. Piraniya nivîskar û ronakbîrên kurd wek (Pîremêrd, Tofîq Wehbî, Şakir Fetah, Şêx Mihemed Xal, Hisên Huznî Mukiryanî) tê de gotarên xwe weşandine.

Kovara Gelawêj giringî daye weşandina gotarên curbicur wek (helbest, çîrok, gotar, agahiyên giştî, babetên dîrokî, erdnîgariya siyasî, civakî, olî, lêkolînî, werger, rexneya wêjeyî, zimanê kurdî, gotinên pêşiyan) û gelek gotarên din.

Ji ber ku Gelawêjxan li malên xalên xwe jiyaye, ku her du jî kesayetên siyasî bûn, xalê wê Hemze Ebdullah bi tometa komunîstiyê di sala 1935an de tê girtin û ew malbat ji bo çend bajarên başûrê Êraqê hatin sirgûnkirin. Ev jî îsbat dike ku rejîmên Êraqê yên li pey hev, çi ewên li serdema padîşahî û hem jî komarî, hemû bi heman zihniyetê difikirin, ku ew jî jinavbirin û tunekirina nasnameya Kurdbûnê û hewl didan ku neteweya Kurd di nava neteweya Erebî de bihelînin.

Her weha aliyekî dinê jiyana Gelawêjxanê babeta xwendina wê ye. Ku heta pola yek a navendî xwendiye û piştre çûye nava jiyana hevsergîriyê. Lê belê, mîna piraniya nivîskarên kurd ên sedsala 20-an, ku bi xwendewariyekî kêm û bi bê destxistina bawernameyên bilind , kariye di biwarê nivîsandinê de bi ser bikeve, û her çend ew di malbatek siyasî de jiyaye û paşê bi siyasetmedarek re zewiciye, lê belê di navbera siyaset û wêjeyê de siyaset paşguh kiriye, wêje hilbijartiye û xwediyê çendîn çîrok û romane ku bi xwe nivîsandine..

XELAT/ Wergerandin: Dawûd Çîçek