HORÎ – Bernameya Taybet bi Cejna Qurbanê

HORÎ – Bernameya Taybet bi Cejna Qurbanê

 Bi boneya Cejna Qurbana Pîroz, bernameya Horî ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê îro duşeme 9/6/2025 xelekek taybet pêkêş kir.

Di wê hevdîtinê de nûçegîhanê radyoya Dengê Gelê Kurdistanê li bajarê Dukanê (Bêstûn Şaristênî) behsa rewşa cejnê û serdana geştiyaran ji wê deverê re kir.

Her weha li Studyoya Silêmaniyê jî berpirsê penaberên bênasname yên Rojava Mihemed Mîraza jî behsa cejna qurbanê li kampa penaberan a Barîke li Erbetê kir û hunermend (Burhan Hisko) ji bajarê Helebê û çalakvana kurd (Gulistan Elî) ji bajarê Hesekê bûne mêvana bernameyê û behsa rewşa cejnna qurbanê li Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Horî Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

Xelat