Qubad Talebanî pêşwazî li Şêx Murşid Xeznewî kir
Duh roja sêşemê 25-2-2025 li bajarê Hewlêrê, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwazî li kesayetiya olî yê Rojavayê Kurdistanê Şêx Murşid Xeznewî kir.
Di wê barê de, Qubad Talebanî aşkire kir ku Şêx Murşid Xeznewî û bavê xwe Meşûq Xeznewî du sembol û kesayetiyên nîştimanperwer û dilsoz û xweşewîstên Rojavayê Kurdistanê ne ku Şêx Meşûq ji bo neteweya xwe şehîd ket. Niha jî lawê xwe Şêx Murşid dirêjpêderê rêbazê bavê xwe ye.
Talebanî dibêje; Ez pir kêfxweşim ku min îro Şêx Murşid dît ku hewlên xwe ji bo yekrêziya gelê kurd heye ku ev yek cihê rêz û pêzanîne.


Xelat
