Dayîkek banga rizgarkirina jiyana zarokê xwe ji gelê kurd dike
Dayîka zarokê nexweş yê Rojavayê Kurdistanê (Şêrîn Mistefa) ku li bajarê Silêmaniyê nîştecihin roja şemiyê 2/8/2025 bû mîvanê Bernama Horî ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê rewşa penaberên nexweş ên li Herêma Kurdistanê dimînin bi taybetî yên zarokan ku ji aliyê rêxistinên navnetewî û mafê mirovan û tenduristî ve hatin paşguh xistin hate gotûbêj kirin.
Şêrîn Mistefa, dayîka zarokê nexweş yê bi nave (Siyamend Ruhat Çawîş) radighîne ku heya niha çû derî nehêştina û lê nexistine û çareserî ji nexweşiya zarokê wê re nehatiye dîtin û dibêje zarokê min li welatên Ewropayê tê çareserkirin û bang li hemû kurdekî û rêxistinên navdewletî dike ku alîkar bin daku çareseriyek ji zarokê wê re bê dîtin.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
XELAT
