Serokekî kurd postekî girîng ê navnetewî wergirt
Kongireya Hevpeymanîya Pêşverû ku 119 partiyên sosyal demokrat li cîhanê li xwe digre, serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî bi yek ji serokên wê hevpeymaniyê hilbijart.
Serokê şandeya YNK`ê, Dr. Dara Xeylanî ku bi nûnertiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li bajarê Santiyago li welatê Çîlî beşdarî di kongireya Hevpeymaniya Pêşverûyan amadebûye ji malpera fermi PUKmedia yê re ragihandiye ku, Bafil Celal Talebanî serokê YNK`ê wek yek ji serokên hevpeymaniya pêşveruyan hatiye hilbijartin ku ew hevpeymanî weke encumeneke serokatiyê ji 9 hevserokan pêktê û Bafil Talebanî yek ji wan e.
Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku ji bilî sê partiyên Kurdistanî ji başûr û rojhilat û bakûr û çendîn partiyên Ewropî û Afrîqayî her weha 13 partiyên hevpeymaniya sosyal demokrat a Erebî jî pêkve piştevaniya serokê YNK`ê Bafil Talebanî kirine ku bibe yek ji wan 9 hevserokên Hevpeymaniya Pêşverû ya Cîhanî a Sosyal Demokratan.
Hêjayî gotinê ye rola Mam Celal gelekî berbiçav bûye di pêşxistina hevpeymaniya sosyal demokrat li cîhanê û YNK`ê yek ji damezrênerên vê hevpeymanîtiyê bûye ku sala 2013 hatiye damezrandin.
Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî
XELAT