Helbestvan Hozan Girkundê mêvanê Roşînê ye
Helbestvan (Hozan Girkundê) di sala 1971`an li gundê Girkundê ya ser bi bajarokê Dirbesiyê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye dunyayê, jiyana xwe ya zarokatiyê û heya xortaniya û heya bi jiyana hevsergiriyê li gund derbas kiriye. Her weha çîroka wî ya nivîsandinê jî li gund destpê kiriye hîna di zarokatiya xwe de.
Mamosta Hozan Girkundê dibe mêvanê Bernama (Bi Roşînê re) ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê tê weşandin û di derbarê destpêkirina wî ji helbestê re, dibêje; dema ez di pola 6`an de bûn behremendiya nivîsandina helbestê bi min re hate afirandin.
Hozan Girkundê diyar kir ku helbest wek behremendî ji zarokatiyê ve hebûye û piştre jî pêwendiyên wî bi helbestvanan re çêbûye û helbestên (Şêrko Bêkes, Letîf Hilmet, Ebdulrehman Mizurî, her weha Mehmûd Derwîş, seydayê Tîrêj, seydayê Cegerxwîn) gelek helbestvanên navdar xwendiye û got: Hêdî hêdî dibîstaneke helbestê li cem min çêbûye.
Ew yek jî eşkere kir ku şêwazekî wî ya taybet a helbestê heye, bi taybetî nivîsandina helbesta nûjen. Her weha helbestên xwe jî ji destpêkê de bi Kurdî nivîsandine û got: "Helbestên min bêtir evînî ne". amaje bi wê yekê kir ku helbest û mûzîk du henerên ku xwe vedijînin û girêdayî bi ruh û hestên mirovane û berdewam xwe nuh dikin ji ber wê jî ez xwe di helbestê de dibînim.
Li ser pirsa Roşînê ku gelo helbestvan dibê çawa be? mamosta Hozan got: Helbestvan divê xwedî hest be, dibê ruhê wî gelekî tenik be, helbestvan divê paqij be, divê kînê di hundirê xwe de nehewîne, divê helbestvan ji civaka xwe hez bike di derdora xwe û ji xwe û siruştê û jiyanê hez bike.
Derbarê cihê jinê di helbestên wî de li kuderê ye, mamosta Hozan got; Bi rastî helbestên min pir navên jinan têde derbas dibin. Ji bo min jin wek kaniya helbestê ye. Jin beşekî sereke ye ji nivîsandina helbestên min, jin jî xweşikbûna jiyanê ye û xweşikbûna gerdunê û ya civakê ye, jiyan jî bê jin xav û sare wek xwarina bê xwê. Jin di helbestên min de di astekî herî bilind de ye.
Hozan Girkundê bang li ciwanan jî dike ku çand û folklore kurdî bixwînin û bejna wêjeya kurdî bilind bikin û çand û hunera kurdî bêtir zengîn bikin.
Eve jî helbesteke Hozan Girkundê ye ku di bernameyê de xwend bi navê "NEYJENA MIRINÊ".
NEYJENA MIRINÊ
Dergehên kevneperestîyê
Dîsa li pêşiya
Elenda xewnan vekirin
Sema wenda sembolên
Tinebûnê bi dîwarên
Hovîtîyê daliqandin
Bi xemaviya reşahîyê
Tîpên mirinê Nivîsandin
Li ser ciwanîya sînga te
Wajokirin
Serêkaniya ko hînê
Ji meya serxweşîyê
Hişyar nebûye
Vaye dîsa peyala
Axîn û kesran
Bi ser bejna teyî
Sipîndar dakirin
Kolanên ko hînê
Ji sawa mirinê
Dilerizin ..careke dî
Bi kûranî neyjena xwe
Li daxistin
Û çend gulên şengewîn
Ji bejna jiyanê
Weşandin
Kenê Sibehan ji ser
lêvên mindalan
vemirandin
ta kengî tê wilo bimîne
cirîda bahozên payizê
Li deşta beyarên te
Di yek govendê De
Sema dikin
çîroka te bûye
Avsane temenê
Salan bi teşîya
Rewrewka leylanê
Di rêse
Ti bûye evînek bê dawî
Evîna ko îroj bi dilopên
Xwînê ji bin lingê
Firiştîyê dojehê
tê vejandin
belê Dil revînê
bê çend evîndar
di mihraba te de
ji bo şengewîna
çavên te li mêj dikin
Qet di sar nebî
Dil girtîyên te
Nabin felat ji eşqa te
wê bimînin lehengê
pêvajoya peyama
vekirî wê destarê
Jiyanê Bigerînin
Û çirayên vîndarîyê di zayina
Serxwebûnê de
wê pêxîne
wê pêxîne
Helbestvan Hozan Girkundê di dawiya axaftina xwe de serkeftin ji bernameya Roşîn re xwest ku bernameyekî gelekî ciwan û başe û silavên xwe pêşkêşî hemû karmendên radyoya Dengê Gelê Kurdistanê re şand û hêviya xwe anî ziman ku ger rojekê serdana Silêmaniyê bike bi zindî beşdarî di bernameyên radyoyê de bike.
XELAT