45mîn Salvegera Damezrandina Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê
Berî 45 salan û di Newroza sala (1979)`an de Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê di rewşeke gelekî zehmet û dijwar ya xebata siyasî û pêşmergayetî ya gelê Kurdistanê de tê damezrandin.
Destpêkê bi navê (Radyoyê Dengê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê) hate damezrandin, piştî zêdetirî mehekê navê bû (Dengê Şoreşa Êraqê) û heta sala 1984 her bi wê navûnîşanê bûye. Piştre jî ji ber guherînên rewşa siyasî ya Kurdistanê û peyrewkirina druşim û programa nû navê radyoyê bû (Dengê Gelê Kurdistanê) û heta niha jî her bi wî navî ye.
Damezrandina radyoyê ji aliyê rewanşad Serok Mam Celal ve biryar hat dayîn û di şeva Newroza sala 1979`an de bi navê (Dengê Şoreşa Êraqê) dest bikar bû her weha bi gotarekî Mam Celal hate pexş kirin.
Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê dînamoya pêketina şoreşa nû ya bi pêşengiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê û Serok Mam Celal bûye û armanca wê ew bû ku hemû gelê Kurdistanê bi arasteya şoreşgerî û xebata Kurdane bibe û rolek xwe ya giring di serhildana sala 1991`an de hebûye û gihêşte armanca xwe.
Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê heya niha jî di xebata xwe de berdewame û bûye dengê xelkê Kurdistanê û ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê. Niha jî du bernameyên bi zaravayê Kurmancî bi navê (Xelata Kurmanca û Jiyana Kurmanca) di radyoyê de tê pexş kirin.
Her bi vê boneyê îro roja çarşemê 20/3/2024 li baregeha Mekteba Ragihandin û Hişyariyê li bajarê Silêmaniyê û bi amadebûna Berpirsê Borda Ragihandinê rêzdar (Letîf Nêrweyî), merasîma alugora birêveberê radyoya Dengê Gelê Kurdistanê birêveçû.
Bi vê boneyê wek Sekoya Kurmancî û rojname û malpera Xelatê em 45`mîn salvegera damerzrandina radyoya Dengê Gelê Kurdistanê li hemû karmend û xebatkar û gelê Kurdistanê pîroz dikin û em dibêjin destên we xweş bin û mandi nebin.






Foto: Vênos Tofîq
XELAT
