Seydayê Tîrêj -Jiyan û Berhem (1923-2002)
Nivîskar: Dilawerê Zengî
Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923-an de li parêzgeha Hisiça-gundê (Nicim) hatiye dinê. Navê wî yê rast Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitik bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem mele Ibirahîmê Golî, Qur’anê û çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên Kurd, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.
Di sala 1937-an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî xwendina xwe ne domandiye. Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin Cegerxwîn, Qedrî can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt bûye. Bi akam û bandûra wan jî, evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de şax daye. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî, di nava civata Xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokan tekoşînek ramyarî jî meşandiye. Dîsa S.Tîrêj di bin bandora Cegerxwîn de dimîne û ji sala 1948-1952-an di nav refên aştîxwazan de kar dike.
Di sala 1952-an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî tê talan kirin.
Piştî ku Seyda ji zindanê reha dibe, berî dide nav Erebên Cibûran û ji neçarî demek pir dirêj xwe li nav wan diparêze.
Di sala 1973-an de berî dide bajarê Hisiça û li wir bi cîwar dibe, ta ko ji nav me koç dike.
Seyda, di bîr û baweriyên xwe de Barzanî bû. Lê hevaltî bi tu rêxistin û partiyan re nekir. Kurdekî serbixwe bû.
Di roja şemiyê 23.3.2002-an de, demjimêr heştê hêvarî li nexweşxana Dr.‘Îsam Bexdê li bajarê Hisiça li Cizîrê, helbestvanê helbesta resen seydayê Tîrêj çû ber dilovaniya xwedê.
Di roja 25.3.2002- an de piştî limêjê, laşê wî ji mizgefta Hac Qasim li taxa ‘Ezîziyê demjimêr 11ê nîvro bi coşeke mezin derxistin û li gundê Girkeftar veşartin.
Seydayê Tîrêj û helbest:
Rêjîmên şovenîst digel talankirina dewlemen-diya ser xak û bin xakiya welatê me, bi dijwariyek mezin êrîşî ser ziman, tore, û folklora Kurdî dikin. Lê, herwekî xuya ye, ev armanc û daxwaza wan heta niha neçûye serî û di dilê wan de bûye kulek mezin. Ji bo em ji bin destê van rêjîmên şovenîst derkevin, bi sedan serhildan û berxwedanên bi rûmet me daye; bê hejmar law û keçên xwe di vê riyê de gorî kiriye. Ev şer, di warê parastina ziman, tore, û zargotina Kurdî de jî, bi dijwarî dom dike û roj bi roj gûrtir dibe. Ronakbîr, nivîskar, helbestvan û hozanên Kurd yên bi rûmet di nava vî şerê ha de, cihekî taybetî digrin. Xebat û têkoşînek giranbiha didin. Pêwîst e, ku em vê xebat û têkoşîna hêja û giranbiha kêm nebînin û di vî beşê şerê tevgêra rizgarîxwa-ziya gelê kurd de, wan tenê nehêlin û ne zindîkuj û mirîperest bin, di saxiyê de xwedî li wan derkevin.
Yek ji wan helbestvanên bi nav û deng jî, seydayê Tîrêj e.
Seydayê Tîrêj li ser şop û riya helbestvanên helbesta Kilasîk ya resen helbesta xwe ristiye. Bi van çend gotinan nerîna xwe di helbestê de diyar kiriye:
“Ez li helbestê bi nezim, awaz, qafiye(serwe), û naveroka wê dinêrim. Ev her çar şert wê dikin helbest”. Seyda, rûmet, ronahî û cewherê helbestê jî weha dibîne:
“..Ma rûmeta şi’rê çiye, ned’ xizmeta milet debî
Ronahiya şi’rê çiye, pesnê welat ku têd’ nebî
Çibkim ji wê şi’ra rijî, danegire sewda û mejî
Derdê dil û can nakujî, çaxê ku cewher têd’ nebî..”
Ew, li gorî dîtina xwe van mercan ji bona helbestê dibîne, û ji xwe re dike mîna per û baskên balayekî baz ko bi yek firê baskê xwe li ezmanê helbesta resen dide û xwe di kûrahiya dilê xwendevanê helbesta Kurdî de cîwar dike. Germahiya tîrêja helbestê, pencên xwe di dil û hestê xwendevan de rewa dike, û xwendevanê xwe di nav tevna pursir û pursiriyê de dîl dike. Bi vê raza ne penî, tezînokên xweşiyê û akama xwe li dil, hest û derûnan dihingêve.
Li pişt evî bazê serbilind, bazekî şêt û bêhempa di gasîna helbesta Kurdî de heye. Ew baz jî seydayê nemir Cegerxwîn e.
Mamostayê mezin û bi nav û deng Cegerxwîn di dîwana xwe ya (Kîme Ez) de, li ser seydayê Tîrêj, bi navê wî yê rastî (Nayifê Heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja ji wî kiriye. Seydayê Cegerxwîn di wê helbesta xwe de weha dibêje:
“... Ev xwendin û zanebûn
Nêzîk dikin serxwebûn
Xortên wek te pir zana
Gerek bêjin; Nezana
Bira destên hev bigrin
Di vê rê de em bimrin...”
Tîrêj, di bin baskê Cegerxwîn de berz û mezin dibe. Hînî perwaze û firê dibe. Di derya Cezîrî û Xanî de hevotî melevaniyê dibe.
Linik wî, bejna helbestê pir bilind, bi xeml û xêz, bi kêş û serwe, bi zimanekî rewan, pesin û halan, haldan û salixdanên rojeve û gazin û hêviyên rewşa gel di jîna jîweriyê de ko di yek hest û hizrî de, li ber tîrêja ronîkirina riya hişyariyê têne meyandin.
Wek me gotî, bi awayekî kilasîk helbetên xwe dihûne: (pesin, şînî, evînî, xweşxwan, perwerî û li ser zimanê bale û teban), kêşa helbestan li ser movik û bi bare ne. Çewa seyda di bin baskê helbestvanên me yên kilasîk de mezin bû weharenge gelek helbetvanên me yên kilasîk-nivîs di bin bandora seydayê Tîrêj de mane, û akameke xurt li nifşê pey xwe re kiriye.
Ew, ji dibistana helbesta jîwerî bû, bi rewş û bûyerên gelê xwe ve pir girêdayî bû. Heger merov li rêzkirina naveroka helbestan hûr-hûr meyzeke, merov xelekên dîroka gelê xwe, û bûyer û serpêhatiyên wan gav bi gav, roj bi roj û dem bi dem lêdivarqile. Ji wan bûyerên herî balkêş ya ko bû sedemê xweştir, ciwantir û şêrîntirîn helbest bi seydayê Tîrêj re bête der. Ew kuştiyarî, talankirin û malwêrankirina ku bi serê gelê Kurd hati bû. Têkçûna peymana yazdehê Adarê bû. Seyda, volqana derûna wî, kelandin û lihevketina hundirê wî, sergêjî û pizotên hest û hinav û cergê wî bi hev re ew dane ber pêlan û peqiyan, li ezmanê toreya Kurdî helbesta (Ey bilbilê dilşadî) hate vejandin. Ev helbest nûzayeke nû bû di dîroka helbesta Kurdî ya resen de. Em dikarin bibêjin seyda bi vê helbesta xwe derbasî gerdûna xweştirîn helbestên Kurdî dibe.
Di helbestên xwe de, zor û sitemkariya li ser neteweyê Kurd, hoy û sedemên bindestiya gel, û ji bo rizgariya Kurdistanê pêwîstiya têkoşînek bi yekdest û canbêzariyek bê sînor didît, bi hunermendiyek mezin û bi zimanekî şêrîn û zelal ev rewş aniye ziman.
Bêdiro, bi derd û kovan, xweşî û nexweşî, paşketin û pêşveçûna gelê xwe ve dijiya. Radestî li ber narvînê nedikir, û xwe dîlê hêvî û lavlavan nedidît. Lewra digot:“ jîn divê kotek û zor e”. Ango ûştê azadî û xoybûnê zor e. Zor nebe setem netê hilavêtin. Bi lavlavan merov naghê armanca xwe. Têkoşîn şana hebûnê ye. Bi baweriyeke bêbend û sînor rizgariya Kurdistanê bi şerê çekdariyê dibîne, û dibêje:
Ez narevim narevim pêşmergim ez narevim
Wek hîm û tehtê çiyê tucar ji cih nalivim
Bi zarotî diya min şîr daye min bi xwînê
Dunya li min bi yek bî ji ya xwe danakevim.
Bi rastî Seyda, heta bi roja dawîn ji ya xwe nehat xwarê, û digel ku ew bixwe ji malbateke xizan û perîşan bû jî, lê ewê yekê tucarî nikarîbû çavkaniyên helbestên wî ziwa û bimiçiqîne, yan berê pênûsa wî ji bîr û baweriyên wî biguhêrîne. Bi pênûseke bejinbilind û zimanekî rewan û zelal, her çavkaniyên wî diherikîn û dizan.
Dara evîna wî tim şîn e. Bi hezar berê rengereng xemilandî ye. Lê, heger berê darê tehl nebî şêrînî û sipehîbûnê jî nadin. Tenê şêrîniya gulê bi dîtin û şîravê xweş e. Lê ya xweştir ew e, ko bilbilekî şeyda bi deh hawan bixwîne û pesnê xeml û xêza gulê bide . Wê gavê nuh gulê li naz û kubariya xwe hay dibe, li ber sura bayê sibê diserçime û bi qurnazî serî dihejîne. Durv digirnije, rûgeş û dilşa dibe. Gul! dezgîr e, bilbilê şêt dilketî ye. Heger tu axaftineke bê sûde, lavijeke bê awaz, sazike bê dûzan bî, tucarî tuwê nikaribî dilê gulê bidestxwekî; ji ber ko gulê dilkoçer e.
“..Wan nêrgizan girtî xunav bişkeftî xunca sorgul e
Nêrgiz û sorgul bişkivîn çiçek û lal û yasemîn
Xweş tên ji wan bex û bîn axifte canê bilbil e
Axifte wî can û ceger sermaye axîn û keser
Hêstran dibarê cot û fer lewra ku çav herdem şil e..”
Seyda, li ser êmîşê welatê xwe mezin dibû, û pir ji xweristiya welatê xwe hezdikir. Girêdaneke xurt di navbera seyda û xweristiya welatê wî de hebû. Di helbestên xwe de pir li ser av û dar, gul û giya, deşt û çiya, mêrg û kanî, buhar û zivistan, dehl û zevî û bale û tebayên welatê xwe digot. Navên hersî dîwanên wî navên çiyayên Kurdistanê ne: (Xelat, Zozan,Cûdî). Binavkirina dîwanên wî pirtir ji me re diyar dibin bê seydayê Tîrêj çiqasî bi xweristiya welatê xwe ve girêdayî bû.
“..Rojek ji rojên buhara rengîn
Ez diçûme ser çiyayê Metîn
Çiyakî bilind hemî ber û dar
Li jêrê çiyê gelî û zinar
Li dev newalan hemî bax û rez
Li binya çiyê hemî êl û pez..”
Ew, di temenê xwe de kalemêr bû. lê berê dara evîna wî naz e, ciwan e. xweştir û ciwantirîn helbestên evîniyê hûnandiye, û li ser hezkirin û evîndariya keç û xortan û yar û dilberan lorandiye. Li ser dûrî, gihandin û kavilên evîndariyê nivisandiye.
Ma gelo nayê te bîrê, ku te dildarek hebû
Her wekî reswa û kola, tim l’ber dergahê te bû
Her dema ku te nedîba roj dibû lê wek tenî
Xan û eywan tim li wî zindan û hebs û çale bû
Seyda ne tenê li ser heskirina keç û xortan nivisandiye, lê belê rola keç û xortên xwendevan di rêvebirina kar û xebatê de mîna serê rimê dibîne û bi dengekî bilind hawar û gaziya xwe digihîne xortên xwendevan û ji wan dixwaze ku bi rola xwe ya dîrokî rabin:
“Xortê jîr û xwendevan çare û ûmîda milet
Rabe ji xew tu carek serê roja me derket
Xwe rapêçe birader ji bo kar û xebatê
Kes nema ye di xew de cîhan pêkve li hev ket
Li çar kenar û hawêr şer û halan û ceng e
Karwanê riya jînê binêre va bi rê ket
Li şûnwara nemînî dem pir xweş e birader
Divê wextê nemane tu kes bê al û şewket...”
Seyda, gelek stranên folklorî bi kêş û serwe hûnandiye. Ew stran ji mirinê reha kiriye û sipehîbûn û qeşengî bera rewanê wê daye û bi hunerek pir mezin û bilind hûnandiye. Mîna: Siyamend û Xecê 335 malik in, Sîpan û Perwîn 400malik in û Ciwan û Kejê jî 421malik in.
Weharenge bi dîrok û mêjûwa gelê xwe ve jî girêdayî bû û leheng, mêrxas û navdarên dîrokê di helbestên xwe de aniye ziman.
“..Buhiştek Xuda ye li xakî zemîn
Berê ew bi navê Meya Fareqîn
Ne dûre ji havîngehên ber Ferêt
Bi nav û bi deng bûye bûka welêt
Ji berya hezar sal Meya Fareqîn
Dibû dewletek serbixwe nazenîn
Dema bûye dewlet bi serxwe’v dihat..”
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
1-Dîwana Xelat, pêşgotina: Dilawerê Zengî, Libnan- Beyrût-1985. Ev dîwan di sala1990-î li siwêdê jî careke din hatiye çapkirin.
2-Dîwana Zozan, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1990.
3-Dîwana Cûdî, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1998.
4-Serpêhatiyên Kurdan(1).Ev kurteçîrok ji alî Şêx Tewfîqê Huseynî ve hatiye wergerandin bo zimanê Erebî.
5--Mewluda Kurdmancî. pêşgotin: D. Zengî, Libnan- Beyrût-2006
6--Serpêhatiyên Kurdan, perçê(2).pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-2009. Min wergerandiye Erebî.
Seyda sê caran hatiye xelat kirin:
-Xelata roja helbesta Kurdî li Sûriyê 1995.
-Xelata(100)saliya rojnamevaniya Kurdî.1998,Hewlêr.
-Xelata Koma Helebçe ya Folklorê Kurdî li Cizîrê-Hisiça. 2001.

Helbesta Dilawerê Zengî a Ji bo seydayê Tîrêj 23/3/2016`an
Tîrêj bixwe tu tîrêj î
Tu roniya gelawêj î
Tu lemser û sitêra ban
Şeveq li ezmanê welat
Te ronî kir li me ev rê
Xebat bi me çiqas xweş tê
Tu hozan û tu rêzanî
Rêberî Tîrêjê welat
Seydayê min bestevan î
Pesindarê Kurdistan î
Şîretvanê helbestvana
Lehengê van kar û xebat
Wekî findê tu vêketî
Şiyar kir kesên raketî
Xwe disojî, ronî didî
Îro li çar goşê welat
Bi dengê xwe’y zîz hawar kir
Te pênûsa min şiyar kir
Hêrs bi xurtî daye milan
Ji te min nas rêça felat
Em Kurd divên, rizgar bibin
Ne roj bi roj j’ hev par bibin
Bi yekîtî û dilsozî
Bi dilrastî bikin xebat
Xebatkarên ji bo şûnkar
Ji milet re nabin xembar
Bûn narvîna gelê Kurd
Winda kirin, doz û welat
Divê nezan wer nemînin
Tim xwariyê rast nebînin
Ji dozê wa pir dûr ketin
Mizgîn li we “XELAT”(*) va hat.
Ez çi bêjim ez bi qurban
Sed bilbilê baxê Botan
Di pesnê te’d lal e ziman
Ji rengê me ceger şewat
Têne sotin wek mûme ne
Zana l’ber ronya me ne
Ronakbîr û hozanî tu
Ji bo milet, ji bo welat.
sal:1985 Amûdê
(*) Xelat: Navê dîwana seyda ye.

Wêne: Dilawerê Zengî
Xelat
