Konê Reş: Hêvî û daxwazên min evin…

Konê Reş: Hêvî û daxwazên min evin…

 Nivîskar: Konê Reş

Konê Reş: Hêvî û daxwazên min evin…

"ku ez her sibeh rojnameyeke Kurdî bi tîpên Latînî li ber deriyê mala xwe bibînim"

Ez di roja 01/01 1953 an de li gundekî ji gundên pir belav di navbera tixûbên Binxetê û Serxetê de, bi navê Doda hatime

ser rûyê dinyê. Di nav eşîrekê de ku bi koka xwe Êzîdiye, ne ji dûr ve bûne misilman, navê eşîrê Bûbilanî ye…Navê min yêrasteqînî Selmanê O. Abdo ye. Lê ez di berhemên xwe de piranî navê Konê Reş bi kar tînim, di gel çend navên din. Ango gundê

min di navbera Qamişlo û Amûdê,ji rexekî ve û di navbera Mêrdîn û Nisêbînê de ji rexekî din ve deye. Ji malbateke Kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr im. Ji şeş birayan û sê xwişkan û yek dayê ez yê mezin im, birayê min yê di bin min re Avokatekî jîre, yê din mamosteye, yê din doktore di warê bijîjkiyê de, beşê damaran, yê din mamostaye, yê din (Laborant)e di warê bijîjkiyê de, li Almaniya akinciye û xwişkek min mamostaye.. Min li gund xwendina xwe ya seretayî tewaw kir‚ şunda li Qamişlo û Hesekê lîse “bakaloriya” stand. Min gelek hewla da ku xwendina xwe bi dawî bînim, lê mixabin bi min re neçûye serî, ta ku di Almanya rojava re jî derketim.

Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de me. Ez Prof. Dr. Celîlê Celîl wek mamoste ji xwe re dibînim di warê folklorê kurdî de.

Min di gelek kovar, rojaname û belavokên Kurdî de beşdarî kiriye.Ta niha min di çil û çar kovar û rojnameyên Kurdistanî de, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat berhemên xwe weşandine û belav kirine.

Ji kesên pêşîme di nav rewşenbîrên di Binxetê de ku min bi zimanê Kurdî nivîsandiye, piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Namî, Tîrêj, Keleş û Rezoyê Osê... Hêjî ez di kar û barên xwe de berdewam im, li ser nivîsandina bi zimanê Kurdî.  

Ez yek ji du xwediyên kovara “Gurzek Gul” bûm, di gel hevalê xwe A. Baqî Huseynî, ta bi hejmara 10 an, paşê min bi tena xwe berpirsyariya kovarê kir, ta ku hejmarên wê gîhan 15 an. Ew kovara ku di navbera salên 1989 û 1992 an de, li Qamişlo, li nav Kurdên Binxetê dihat belav kirin.

Min hin xelat standine. Ji wan xelatan :Xelata zêrîn ji Hikumeta Herêma kurdistanê, di sala 1998 an de, bi helkeftina sedsaliya rojnamegeriya Kurdî û di sala 2000 î de jî, hatime xelat kirin ji rex birêz Felekkedîn Kakayî ve, wezîrê rewşenbîriyê di hikumeta herêma kurdistanê de, bi helkeftina festîvala Cizîrî li Duhokê.

Di sala 2003 an de min beşdarî di sedsaliya Cegerxwîn de kir li (Diyarbekirê) Amedê.

Hem ez endamê PEN a Kurdî me li Almanya, ya ku şaxeke ji PEN a Navnetewî.

Di meha tebaxa 2006 de, bûme yek ji helbestvanên cîhanî (Poetas del Mundo) û ji min re rûpelek hatiye terxan kirin di nav

 

her 8 helbetvanên Kurdistanê de..Niha endamên wê ji kurdan pir bûne..Hêjaye gotinêye, ev yekemîn care ku navê Kurdistanê di cihekî cihanî de bi helbestvanên xwe, di nav dewletan de bilind dibe..   www.poetasdelmundo.com

Di meha nîsana sala 2006 an de, min beşdarî di festîvala Bedîrxan ya sisyan de li Hewlêrê paytexta Dewleta Kurdan ya Iraqa Federal de kir û xelat stand. Mijara min bi navê (Ala Kurdan di nav Bedirxaniyan û Barzaniyan de) bû.. Di sala 2004 an de jî, min xelata Festîvala Bedirxan ya yekemîn stand. Ew festîvala yekemîn a ku li bajarê Silêmaniyê hatibû li dar xistin.

Her wiha gelek berhem û gotarên min , di kovar û rojnameyên Kurdî yên rojane de hatine weşandin û têne weşandin.

Pênc zarokên min hene; JÎN: min navê kovara JÎN lêkiriye, ew kovara ku di salên 1918/1919 an de li Stenbolê dihat çapkirin.

Bi mêre li Almaniya dijî. NALÎN: Min navê helbestvan NALî lêkiriye, ew jî bi mêre û avokate. SÎPAN: min navê çiyayê Sîpanê Xelatê lê kiriye, di bazirganiyê de kar dike. BEFRÎN: di zankoya Helebê de, beşê dîrokê dixwîne. CELADET: Min navê mîr Celadet Bedirxan lê kiriye, lê mixabin ew nav lê nehat…Ez li Qamişlo dijîm û gelekî jê hez dikim.

Hêvî û daxwazên min evin; ku ez her sibeh rojnameyeke Kurdî bi tîpên Latînî li ber deriyê mala xwe bibînim û bi rêka wê rojnameyê nûçe û bûyerên Kurdistanî û cîhanî bixwînim û seh bikim.

 

Ji berhemên Konê Reş:

  - Serpêhatiyên Mîran (1) Beyrût 1991

  - Mîr Celadet Bedirxan, bi Erebî, Şam 1992, bi  Kurdî Stokholm, 1997

  - Serhildana Sasonê, 1925-1936, Şam 1995, bi zimanê  erebî ye.

  - Komela Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Şoreşa  Araratê, Erbîl, 2000, bi zimanê erebî ye.

  - Dîroka Qamişlo, Lêkolîn bi zimanê erebî ye.  Stenbol, 2003, Heleb, 2004 û Silêmaniyê, 2006, Şam, 2012.

  - Welato!, Helbest, Beyrût, 1998

  - Dergehê Jîn û Evînê: Helbest, Beyrûrt, 2001

  - Cûdî Çiyayê Miradan: Helbest, wergerandina Hejar  Îbrahîm, Şam, 2004

  - Dara Çinarê, Helbest, wergerandina Îmad Elhesen,  Şam 2006

  -  Osman  Sebrî, 1905-1993, Şam, 1997, çapa nû Qamişlo, 2017

  - Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Helbest, Ji weşanên  Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê, êlûna 2010.

  - Sîpan û Jîn, helbestên zarokan:I. Beyrût, 1993

  - Şagirtê Bedirxan im, helbestên zarokan: II.  Beyrût, 1996.

  - Helbestên zarokan: Amed (Diyarbekir) 2013.

  - Dîroka Rojanamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê:  1932 - 2012, lêkolînek berfireh e, Duhok 2013.

  - Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan,  Stanbol, 2013.

- Malbata Bedirxaniyan; Berxwedana têkoşîn û janan,  Qamişlo, 2016, bi zimanê Erebî.

- Ji Geşt  û Serdanên Min: siyahetnameya hin gera ye, Qamişlo 2017.

 

 

Ez Mirovekî Kurd im

Ji sala 1514 an ve

Ta roja îro;

Di kul, êş û janên

Gelê xwe de  di ponjim.

Xemxur û zikêşê

Zimanê dê û bavê xwe me;

Yekim, ji wan kesên ku,

Li dor malbata Bedir – Xaniyan

Di xepêrim...

Ez Konê Reş im.

Konê ku stûnên wî,

Bi kuçên ji çiyayê

Sîpanê Xelatê, Şingal,

Barzan û Agrî

Bilind dibe,

Çît û berçîtên wî

Bi zil û qamîşa

Derdora çemê Dicle û Ferat

Dibe dîwar û

Bi hevirmêşa

Mûş û Bazîdê

Hatiye hûnandin..

Ben û şerîtên wî

Ji hiriya berxên

Şikak û Heyderan,

Keriyên koçerên Milan û Mîran

Hatiye ristin...

Konê ku  ji mûyê

Bizinên zozanê Botan,

Zozanê şerfdînê û çiyayê Mazî

Hatiye çêkirin  û

Bi rengê şevê

Hatiye debixdan

Da ku di rojê de

Belû û diyar be û

Xweş bê xuyakirin;

Dinya û alem tev

Bibîne û bizanibe ku

Qet singên konê min

Ji nav xaka bav û kalan

Nayên hilkirin

Nayên hilkirin

Ez Konê Reş im

 

XELAT