Telasim..!
Helbest: Mihemed Hemkoçer
Telasim..!
Ji gel û miletên li tevayî cîhanê
Tenê Kurdan pirtir stiran li ser hezkirinê lorandine
Û kesekî jê hez nekir!
Pirtir Kurdan li ser ax û welatê xwe kilam çê kirine
Û welatek bo wan çê nekirin!
Pirtir wan şer ji ber xelkê ve kirine
Û hemîyan şerê wan kirî!
Bêtir Kurdan banga aştî û azadiyê kirî
Û rojekê ne aştî dîtin û ne azadî û ne jî rok bi serê wan ket!
Çiqas ol, bîrdoz û pêximber hatin bi hemîyan bawer kirin
Û ti kesan baweriya xwe bi wan nekir!
Tim bi mirovantiyê bang kirin
Û hîç kesan ew wek mirovan nedîtin!!
Li tûm tûmê rojgara erdê belav bûne
Û di erdê hilnehatine!
Çiqas zimanekî wan xweş heye
Lê bi hemiyan qedexe û ne xweş e!
Ez nizanim..
Kurd bo jiyanê
Jan e lê hêvan e!
Telasimê jînê ye
Lê nezan e!.
Xelat
