Yek bû taşte yê din şîv?

Yek bû taşte yê din şîv?

Yek bû taşte yê din şîv?

Helbestvan: Hasan Kordede

Kuro ne tu ye masî

Ji te têt bihna sasî

Te xwe berda nav avê

Bê avjenî xelasî..

 

Law min tu kirî rêber

Cihêr li poz têr da ser

Bi lotik û zîtikan

Çû gel dijmin stû ket ber..

 

Hatî gel min bi irir

Tev min meşî postê gur

Te nehîştin qîz û kur

Te reh mistdan tir û vir..

 

Hat û li min bû bilbil

Çare kirin derd û kul

Heta ku ez pê hisyam

Serî j'min da dijmin qul..

 

Kirim davê gel neyar

Hîngê min kir qare qar

Bê wate man dengê dil

Poşman nebû bi yek car..

 

Dihat gel min çi nan pêj

Girt rojî û tev nimêj

Serî li min kir kundir

Ewxer nabê tev qirêj..

 

Dîroka me wisa ye

Derfet didin pîsa ye

Wê hildin xwe pera ye

Doz din bênamûsa ye..

 

Şerme ku em bê hişin

Çima bi hev na êşin

Me xel fêr kir her tiştî

Ew çûne pêş em l'paşin..

 

Efrîn kerkûk bi hevda

Qamîşlo hewlêr tev da

Kobanî û silêmanî

Yek çû sibê yê'd şevda..

 

16/01/2024-Serzorî

XELAT