Girîn û girnijîn

Girîn û girnijîn

Helbestvan: Pêşeroj Cewherî 

Girîn û girnijîn

 

Di cenga evîna te de

Çeka destê min de gule

Canê li himber vîna te

Tirsa min herdem ji  dile

 

 Di nav gulên sor û zer de

Ciwanî tû spehîtirî

Çiqa dikim ji dilê min

Evîna te venamirî

 

Ev dil hertim hêvîdare

Jiyan bê te nabe xweşe

Lavlav û gul dê bihejin

Bihna te jê rabiweşe

 

 Girîn û ginijîn û kul

Berjengên bidestê te ne

Baş dizanim delala dil

Hemî vîndar mestê te ne

 

 Bidîtna te kedera min

Heyva buharê dest pêkir

Li zozanên evîna me

Baranê xweş hûr hûr lêkir

 

29 - 10 2024

XELAT