Di paşila kîjan şevê de

Di paşila kîjan şevê de

Helbestvan: Ehmed Bavê Alan

 

Di paşila kîjan şevê de

te xwe veşartiye,

di hûçkê kîjan stêrkê de

te xwe pêça ye..

Çi ji rihê xwe, ji te re hilînim

ji kenê xwe,çi ji te re veqetînim?

Hey gerdûn..!

Lawoo!!

Ez ti me

Tu ez im,

nema xwe ji te nas dikim..

Hey welato!..

ka dagir bibe looooo

bo te bibim şervanek,

û di çepera hezkirina te de

Çokê xwe girêbidim

Ji te baznadim.

Bila……

li ber sînorê

Çirisîna kenê te,

Pakrewan bibim..

 

XELAT