Berûkî û Behmûrî û Cizîrî bersiva hev didin
Abdurrahim Înanç (Behmûrî) ........Baqîyê Berûkî ...... Dilbikul Cizîrî
Qencî daîma qenc e
Ger li te bibit renc e
Umir bit heftî pênc e
Her wek sitar û sênc e.
Baqîyê Berûkî.
***
BERSÎVA BAQÎYÊ BERÛKÎ
Qencî li qenca bikin
Neqenca dijwar nekin
Peyvê wa bawer nekin
Car dî xwe bê dil nekin
Abdurrahim Înanç (Behmûrî)
***
Bersiva bi erûz bo helbesta birêz Baqî Berûkî: Mef ûlû mefâîlû feûlun
Qencî tu bizan hemîşe qenc e
Ger bo te bibit jî zor û renc e
‘Emrê te biçit bo heftî pênc e
Dê ew bibe wek sitar û sênc e
Dilbikul Cizîrî.
***
XELAT