Hesen Sîdo bi tabloyên xwe Serêkaniyê divejîne

Hesen Sîdo bi tabloyên xwe Serêkaniyê divejîne

Wênesaz Hesen Sîdo di sala 1970`an de li bajarê Serêkaniyê hatiye din; ji biçûkaniya xwe ve hez ji wênesaziyê kiriye,di sala 1988`an de bi awayekî aktîv dest bi xêzkirna wêneyan kiriye û heta niha jî xêz dike. Her weha li ser daran bi agir û bi şewitandinê dinexşîne… Hesen Sîdo bi awayekî xweşik nivîsîna xêzên tîpên aramî dinivîsîne.

Hunermend Hesen Sîdo ji sala 2004`an ve û heta 2015`an mamosteyê dibistana seretayî bûye li bajarê Serêkaniyê û hobiya wî ya hunera wênekêşiyê berdewame.

Di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Xelatê, Hesen Sîdo  ragihand ku, niha çendîn tabloyên wî di pirtûkxaneyeke li welatê Almanyayê de daliqandine û tên pêşandan. Hesen Sîdo ew yek jî anî ziman ku, gelek tabloyên wî bi dagirkirina bajarê Serêkaniyê re li şûn wî man ku neçarî koçberiyê bûn. Ew tabloyên ku li şûn wî mabûn hemû behsa jiyan û kelepor û çanda Serêkaniyê dikirin.

Hesen Sîdo hêvî dike ku derfetên din bibîne ku jêhatiya xwe belav bike li vî welatî.

Hunermend Hesenî Sîdo belgefilmek bi navûnîşana (DIBISTAN) bi bê şîrove li ser dibistanên bi zimanê kurdî û xwendekarên seretayî û rewşa jiyanê ya bi zehmet di serdema şer de li Rojavayê Kurdistanê  belav kiriye.

XELAT