JI BUXÇIKA HEFTGIRÊKÎ

JI BUXÇIKA HEFTGIRÊKÎ

Helbest: Merwan Berekat

  

JI BUXÇIKA HEFTGIRÊKÎ

Sê gav

Girek ji mayînan

Refek ji xeyalên birîndar

Diçin û êşdar dizîvrin

Li wir gundek heye

Li wir xaniyek hebû

Niha kundekî reş li wir e 

Perên kevokan bayî diwestandin

Li ser dawa kovanên sibehan

Xewnên ducanî kesk dijenin

Çi jiyanê dipêçe?

Bejna me ji kirasê xeman mezintir e

Em ji malzaroktiya çiyayên bilind in

Di govendên azaran de

Berî sê gavan

Û piştî heft gavan jî

Em awazên jiyanê ne

-----------------------------------------------

Diyarî ji bo dostê hêja û rêzdar Ezîzê Rifhet. Em gelek bîranînên xwe yên zer û kesk ber bi zeytûnistanê de digirînin.

 

XELAT