Dil bi qestim?
Helbestvan: Bêçarê Kurd
Dil bi qestim?
Min dil heye te qestim
Aram di minde nema
Çendî caran te xwestim
Bûm warê derd û xema
Pê kenoka min ti bû
Xapînoka vî dilî
Derdê jîn bi te vebû
Barek da ser vî milî
Hew dikêşim bi hinir
Ax û ofan ji min tên
Gava ti çû dil dimir
Zar zar ji vîna min tên
Zar zar dikêşim belê
Ma gunehê min çî ye
Dil bi êşim ez welê
Bêje min ka tu kî ye
Va wêran bûm bi yek car
Ev nalîn giş ji ku tê
Kengê bibî bo min par
Mêhvana min dar wextê
Mazûvan bin bi şadî
Wek perwîn di dorêra
Zanim ku tu ferya dî
Te bistînim b'zorê ra
Her kes tê te zava ye
Ez mame li belaşî
Lawkê malê axa ye
Te bibim ser wî kaşî
Te bibim miştenûre
Cihê arîn lê canda
Ziyareta bi nûre
Her kesî jêr temen da
Ger bizanî em kîne
Em kêtik û berazî
Li vî warî xudîne
Xwîn û can em pê razî
Ji iniz û şemera
Bipirs ka bi wan çikir
Ew ajotin wek kera
Sînor bi wan derbas kir
Lê îro sed mixabin
Xwîna min kin bazirgan
Nîşana yekîtî bin
Êmeg dane bin lingan
Kurê kerê libwanî
Lo te çi zire zire
Tu ji bavê çendanî
Bi lotik û zîtire
Rastî ya xwe bibêje
Dûvre tu bête ser min
Mîza hêştir verêje
Nema bête li gel min
Dîroka we tev reşe
Ji şûr û kîr hilanî
Em bi we bûn serxweşe
Ketin malik wêranî
Kesek wek we mi nedî
Ji dest pêka gerdûnê
Pir gel hîştin bê xudî
Ketin nava êtûnê
Kurdan bi we nelîstin
We ew hîştin şerpeze
Gotinên we bihîstin
Ketin nava mereze
Ta bihuşta we'b nayín
Heftê û di horîyan
Cîhan em kirin xayîn
Kevir û kuçk barîyan
Ezê çibkim bê heşa
Li pêy we dibeyirin
Wekî tovlê nexweşa
Bi ser hevde dimirin
Gelo va ez bêçarim
Kul û derde diristin
Ji hiş da birîndarim
Bese çi kuste pistin
15/09/2024-Serzorî
Helbestvan Bêçarê Kurd
-------------------------------
Xwe veweşîn?
Dîlber tu hatî xwe veweşîn
Jehrê di dilda tu daweşîn
Kelha evîna me avakir
Hêvîme ku wê ne hilweşín
Hêvîme tu rêkê ava kî
Herdu dilan bi hevre şakî
Kinc û kiswetê bûkan l'xwekî
Jîna bi xweşî her bimeşîn
Jîna bi xweşî dil newêre
Vêga li paş xwe rind binêre
Destar ji vîna me dihêre
Jiyan weka mar ji me xuşín
Vîna te delal hemjî rinde
Wek şar û qeseba û gunde
Kurdistana min poz bilinde
Xwîna xwe ji bo te direşín
Xwîn û jîna me tev erzane
Navê te bi me pir girane
Em te nadin bi wê jiyane
Dijmin bi te ser kirin xweşîn
12/09/2024-Serzorî
Helbestvan Bêçarê Kurd
XELAT