Dayê!
Helbest: Seyrana Celad
Dayê!
Ez her sibeh, dema ku roj nû hiltê navê te dibêjim,
Ronahî ji pencereyê ku dikeve hundir,
dişibe nermiya destên te.
Tu cîhana min a yekemî,
Strana min a yekemî,
Dua ya min a yekemî.
Di bin pilpitiya dilê te de, ez fêrî guhdarkirna jiyanê bûm,
Min di dengê te de aramî dît.
Dema ku tarî dibe û rê tevlihev dibin,
nêrînên te bo min dibin recilxêra nûr.
Gotinên te penageha min û hêza îlhamê ne.
Heta di bêdengiyê de jî, ez te dibihîzim,
ji ber ku evîn karr nabe.
Ez ji te hez dikim hawqas, çiqas ku
derya ji peravên xwe hez dike.
Ez ji te hez dikim hawqas, çiqas ku
ezmanê sayî roja nedîr hez dike
Û paşla xwe da digire, ji tirsa windakirina wê.
Germahiya destên te
cihê herî ewle di dilê min de ye.
Kenê te roja min a herî serketî ye.
Û eger peyv xiyanetê min bikin,
Di nav nêrînên min ên bêdeng de ya herî girîng bixwîna,
Ku di dilê min de, cîhê herî kûr tu dijî.
Dayê,
Ez ne tenê bi gotinan,
lê bi hemû nefesa xwe û hebûna xwe ve ji te hez dikim.
23/2/2026
Xelat
